HDK'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji bo 'têkoşîna yekbûyî' bang kir

HDK'ê li gel pêkhateyên xwe, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk û hiqûqî kir û bal kişand ser girîngiya "têkoşîna yekbûyî."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û pêkhateyên wê, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin û demeke dirêje agahî jê nayên girtin, daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî, li avahiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a li Beyoglû ya Stenbolê hate dayîn. Nûnerên gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk, Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknûr Alcan jî di daxuyaniyê de amade bûn. Pankarta “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatibû daliqandin.

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknûr Alcan da zanîn ku derneketina hevdîtina bi Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re ya Abdullah Ocalan, fikarên heyî zêdetir kirin.

Piştre jî metna hevpar ji hêla Hevseroka Şaxa OHD’a Stenbolê Esra Erîn ve hat xwendin. Erîn, da zanîn ku ev zêdetirî 20 meh in tu agahî ji Ocalan û girtiyên din nayên girtin û wiha domand: “Mînaka tecrîda li Îmraliyê, li tu devereke din ê cîhanê nîne. Veguherandin karesateke hiqûqî ya wisa ku hemû mafên bi hiqûqa navxweyî û ya naveteweyî ve hatine mîsogerkirin ên weke hevdîtina bi parêzeran re, mafê telefonê, pêwendiyên bi derve re û hwd. ji holê hatine rakirin. Gihiştiye astekî wisa ku tevî hemû serlêdanên parêzeran jî ji çileya 2015’an heta niha birêz Konar, Aktaş û Yildirim nekarîn yek carê hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin.”
Bi domdarî Erîn, got ku Ocalan ev 3 sal in nikare mafê hevdîtina bi parêzerên xwe re bi kar bîne û wiha pê de çû: “Piştî hevdîtina di 27’ê tîrmeha sala 2011’an a bi parêzeran re, birêz Ocalan bi awayekî derhiqûqî heta 2’yê gulana 2019’an nekarî yek carî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Piştî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengtiya Parlamentera HDP’ê Leyla Guven dest pê kir û bi tevlibûna bi hezaran girtiyên siyasî dom kir, di 2’yê gulana 2019’an de parêzeran hevdîtina ewil kirin û hevdîtina herî dawî jî di 7’ê tebaxa 2019’an de hat kirin. Di navbera vê demê de bi giştî tenê 5 caran hevdîtin hatin kirin. Piştî hevdîtina ser telefone ya di 25’ê adara 2021’an de ku di nîviyê de hatibû qutkirin, tu pêwendî pê re nehatine danîn. Ev zêdetirî 20 meh in jî bêpeywendiyeke mutleq heye.

Tecrîd, êşkence û miameleya xerab e. Birêz Ocalan û girtiyên din di bin şertên pir giran ên tecrîdê de tên ragirtin. Ev şert û merc, li derveyî mirovahiyê ne. Tevî ku gelek serlêdan hatine kirin jî tu encam nehatine bidestxistin. CPT, di navbera 20-29’ê îlonê de çû Îmraliyê lê birêz Ocalan derneket hevdîtinê. Yek ji taybetiyên CPT’yê ew e ku bi girtiyan re hevdîtinên taybet dike. Lê agahiyeke bi vî rengî, rastiya CPT'yê dike mijara nîqaşê. Divê CPT derheqê serdanê de agahiyan parve bike û ev yek pêwîstiyeke nirxên saziyên ku girêdayî wan û hiqûqa navneteweyî ye. Ji bo ku hevdîtin bi birêz Ocalan û girtiyên din re bê kirin, divê ji saziyên têkilda re agahiyên pêwîst parve bike.

Birêz Ocalan, her carê dibêje ku di mijara pirsgirêka kurd de li gel çareseriya demokratîk, makeqanûnî û aştiyane ye. Ji bo pêşerojeke demokratîk, azad û aştiyane û ji bo mayîndekirina pêbaweriya bi hiqûqê, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan pêdiviyeke hiqûqî ya nebe nabe ye. Banga me ji bo raya giştî û derdorên hiqûq û mafên mirovan ew e ku ji bo rakirina vê rewşa agahînegirtinê û bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaş, têkoşîna xwe ya demokratîk û hiqûqî mezintir bikin.”

Endama MYK’a Partiya Çepa Kesk Çîgdem Şenturk jî şerê heyî têkiliya xwe bi tecrîda li ser Ocalan heye û bang li muxalefetê kir ku ji bo rakirina tecrîdê hewl bidin û xwedî li aştiyê derkevin. Şenturk, got ku divê destûr neyê dayîn ku rêberê kurdan bi şertên tecrîdê bê îzolekirin. Ji Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bulent Aşa jî diyar kir ku dewlet bi pergala tecrîdê ya li Îmraliyê re hewl dide gelê kurd bitepisîne. Berdevka HDK’ê Esengul Demîr jî bi lêv kir ku tecrîda di şexsê Ocalan tê kirin, bingeha xwe ji polîtîkayên înkarkirina mafên gelê kurd digire û wiha got: “Divê raya giştî ya demokratîk lil dijî vê polîtîkayê seknekî şênber raber bike û li dijî polîtîkayên cihêkariyê têkoşîna yekgirtî bimeşîne.”