Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

HDK’ê banga rûbirûbûna bi Madimakê re kir

Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK’ê, di salvegera 29’emîn a Qetilama Sêwazê de yên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û ji bo azadî û demokrasiyê banga aşkera kirina qetilamê û rûbirûbûna pê re kir.

Meclîsa Gel û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di salvegera 29’emîn a Qetilama Sêwazê de daxuniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş plankirî bûye û bertek nîşanê cezanekirina kujeran û demboriya doza qetilamê re da.

HDK’ê anî ziman ku bi avabûna komarê re hişmendiya “yekperest“ li Tirkiyeyê xurttir bûye û got: “Tirkîtî, Tirkî, Îslam û Henefîtî wek pîvanên qebûlkirinê hatine ferzkirin.“ HDK’ê diyar kir ku bawerî bi vê ferzkirinê re rû bi rû mane û berxwedana bi rastiya xwe re bûye sedema komkujiyeke mezin û wiha pê de çû: “Hêj agirê Madimakê venemiribû; serokwezîrê hingê got, ‘Şikir! Ji xeynî yên di otelê de tişt bi welatiyên derveyê otelê nebû’ û barekî giran danî ser pişta gelên Tirkiyeyê.  Mixabin, çawa ku di komkujiyên din de sûcdar nehatine cezakirin di vê komkujiyê de jî sûcdar nehatin cezakirin û doz kete ber demboriyê.“

‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ‘

HDK’ê, di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku komkujiya Sêwazê sûcek e li dijî mirovahiyê û got: “Demboriya sûcên li dijî mirovahiyêr e nabore. Li Tirkiyeyê doz kete li ber demboriyê û îcar serokwezîrê nû got, ‘Bila biryar li ser xêrê be’ û agirê li Sêwazê yekcar gur bû.“

‘POLÎTÎKAYÊN PIŞAVTINÊ BERDEWAM DIKIN‘

Bi domdarî HDK’ê di daxuyaniya xwe diyar kir ku parêzerên kujerên komkujiyê di nava hikûmeta AKP’ê de peywîrên bilind girtine û heta niha jî heman hişmendî didome. HDK’ê destnîşan kir ku polîtîkayên pişavtinê yên li ser Elewiyan û hemû gelên din hê jî dewam dikin û wiha dom kir: "Hikûmet bi monîzm-nîjadperestiyê ku ji tevna exlaqî-civakî ya bawerî û nasnameya etnîkî dûr dikeve, bi bikaranîna olî dîrokeke sûc afirandiye. Li aliyê din li Sêwazê di sala xwe ya 29’emîn de ji bo 33 giyanan hê jî edalet pêk nehatiye. Dadgehkirin û mehkûmkirina sûcdaran û alîgirên wan pêwîstiya mirovahî, azadî û demokrasiyê ye. Bi komkujiyê re rû bi rû bibin ku careke din neqewime! Rû bi rû werin ku siberoja me ronî bibe”.

Di dawiya daxuyaniya xwe de HDK’ê ji bo bîranîna kesên li Sêwazê hatin qetilkirin, wiha got: “Em daxwaza xwe ya jiyaneke wekhev, welatekî ku di nava mitabeqeta civakî de di nava aştiyê de bijîn, nû dikin."