HDK: Di esasê de em ê bizmarê li tabûta faşîzmê bixînin

HDK’ê êrişa li ser HDP’ê şermezar kir û got, “Eger li vî welatî bizmarek wê li tabûta faşîzmê were lêxistin, em ê vî tiştî bikin.”

Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî êrîş û provokasyona li dijî HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya HDK’ê wiha ye:

"Desthilatdariya AKP-MHP'ê her ku di nava krîza rêveberiyê de xwe diperpitîne, bi êrîşên li ser destketiyên gelê Kurd û HDP'ê hewl dide desthilatdariya xwe li ser pêyan bigire. Rejîma ku dixwaze bi siyasetên xwe yên şer kûrbûna bêkarî û xizaniyê veşêre, ji bo parastina berjewendiyên xwe û nixumandina hemû sûcên xwe, berdewam hemû saziyên dewletê bi awayekî bêhesab û bê qanûn û rêgez bi kar tîne. Wêneyê duh li ber Navenda Giştî ya HDP’ê wêneyê vî rûyê rizî û pîsbûyî yê desthilatiya qesrê ya ku di bikaranîna hemû êşên civakî ji bo berjewendiyên xwe kêliyekê jî dudilî jiyan nake. Personelên ku gefên mirinê dixwin, mînaka herî paşverû ya hişmendiya rêveberiya çete yê hemberî xwe dijmin dibîne ye.

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran zarokeka bi rûmet a gelê Kurd e, yek ji nûnerên têkoşîna azadiya jinê ya li meclîs û kolanan e. Tirsa ji îradeya demokrasî û azadiya gelan û jinan, jî çavkaniya gefên desthilatdariyê ye. HDP hêzeke girîng a siyasî û rêxistinî ye ku bi gelê xwe yê rêxistinbûyî re tirsa we ya binketina ji vê desthilatdariyê zindî dihêle. Ne dozên we yên komployê, ne polîtîkaya we ya şer û ne jî gefên we yên kuştinê wê dawiya we ya tê zanîn dereng nexîne; berevajî, ew ê bilez bike! Em eşkere radigihînin ku ger li vî welatî bizmarek wê li tabûta faşîzmê bê lêxistin, ew ê ji bo hilweşnadina dostê sermayeyê ango rejîma faşîst a dijminê gel, kedkar, bawerî, jin, ciwan û xwezayê bê lêxistin. Gel wê bizmara dawî ya faşîzmê lê bixe û wê azadî bi ser bikeve!"