HDK: Dewleta Tirk li Şengalê sûcê şer dike

HDK'ê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Êzidiyan sûcê şer dike û banga piştevaniyê li gelan hemûyan kir.

Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî êrişên qirker ên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Balafirên şer ên Tirkiyeyê 17'ê Tebaxê bombe li nexweşxaneyek li gundê Sikêniyê ya Şengalê barandin û di encama vê êrişê de 8 sivîlên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Ev yek nîşan dide ku polîtîkaya DAÎŞ'ê ya qirkirina Êzidiyan bi destê Tirkiyeyê dewam dike.

Ev êrişên li dijî Şengalê dewama polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Êzidî ye. Li dijî DAÎŞ'ê ku Rojhilata Navîn bi tarîtiyê veguherandiye qada şewatê, xelkê Êzidî bi têkoşîna xwe berxwedaneke dîrokî nîşan da. Ev êrişên ku gefê li hebûn û mafên têkoşîna xelkê Êzidî dixwin, dewama zîhniyeta DAÎŞ'ê ye.

Ev êrişa ku li navenda bajêr li sûkê dest pê kir, bi bombekirina nexweşxaneyê gihîşt asteke cuda.

Tevî ku yek ji sûcên herî giran ên exlaqî ye, her wiha bi binpêkirina peyman û qanûnên neteweyî û navneteweyî re sûcê hiqûqê hatiye kirin."

HDK'ê destnîşan kir ku bombekirina nexweşxaneyê ku di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan sûcekî şer e ku divê bê darizandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, berpirsyariya her kesî ye ku xwedî li xelkê Êzidî derkevin û bi navê Kongreya Demokratîk a Gelan êrişên li ser xelkê Êzidî şermezar kir û bang li gelên Tirkiyeyê û cîhanê hate kirin ku piştgiriyê bidin xelkê Êzidî.