HBDH û KBDH-Ewropayê ji bo geşkirina têkoşînê bang kir

HBDH û KBDH-Ewropayê diyar kir ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk geşkirina têkoşînê peywireke sereke ye û biryar da ku di 12’ê Gulanê dest bi çalakiyan bikin.

HBDH û KBDH-Ewropayê li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê ji bo geşkirina têkoşînê bang kir.

Di daxuyaniya HBDH/KBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rejîma faşîst a mêtinger û qirker, di 24’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirker dabû destpêkirin. Sedema ku êrîşên li ser Zap, Metîna û Avaşînê berfireh e, xwedî wateyeke dîrokî ne.

Dijmin ji bo ku tola têkçûna Garê bistîne, qada çalakiyên li Bakur bi sînor bike, destkeftiyên li Şengalê tasfiye bike, êrîşên dagirkirin û dorgirtinê yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê geştir bike û şerê xwe bibe derveyî sînor û di heman demê de li ser sînor korîdorekê ava bike, dixwaze pêşiya qirkirinekê veke. Ev tê wateya êrîşa li ser şoreşa Kurdsitanê û ya li ser destkeftiyên şoreşa Tirkiyeyê.

Divê were zanîn ku Herêmên Parastinê yên Medyyaê bi qasî şoreşa Kurdistanê, dilê şoreşa me ya yekgirtî ye jî. Vê axa Kurdistanê ya ku bi xwîna bi hezaran gerîlayan hatiye azadkirin, navenda şoreşa me ya yekgirtî û şoreşa herêmê ye. Rejîma mêtinger bi van êrîşên dagirker re dixwaze vê navenda şoreşê tasfiye bike.

Li hemberî êrîş û dagirkeriya qirker berxwedana dîrokî ya gerîla didome. Gerîla wekî hêzeke fedaî pêşiya êrîşan digire. Dijmin jî bi saya piştgiriya DYE, emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê  van êrîşan didomîne.

Ji bo şikandina van êrîş û planan divê li nava welat û li derveyî welat xwedî li berxwedana gerîla were derketin. Divê were zanîn ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê divê karker û bindest ji parastinê derbasî êrîşê bibin. Têkoşîna karker û bindestan wê were wateya serfiraziya gerîla û wê kîmyaya rejîma faşîst jî xera bike.

Yek ji peywira lezgîn ev e ku divê hemû girse kes û saziyên kedkar, pêşverû û şoreşger xwedî li vê berxwedanê derkevin û bi berxwedana gerîlayan re bibin yek.

Di 12’ê Gulanê de saet di 12’an de li bajarê Strasboûrgê ya ku paytexta Konseya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê ye wê ji bo destpêkirina geşkirina vê berxwedanê daxuyanî were dayîn û mîtîngek were kirin. Bi awayekî dorveger wê her hefte ji Duşemê heta Înê çalakiya rûniştinê were kirin.

Koma pêşîn a çalakiya rûniştinê wê di 12-14’ê Gulanê de bi tevlêbûna rewşenbîr, hunermend û nûnerên saziyên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê were destpêkirin. Em bang li hemû pêkhateyên xwe, koçberên ji Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku bi awayekî xurt tevlî van çalakiyan bibin û berxwedana li Ewropayê geştir bikin.”