HBDH-KBDH: Heke berxwedan bibin yek wê dawiya desthilatê were

Rêveberên HBDH'e û KBDH'ê diyar kirin divê berxwedanê dijî faşîzma AKP-MHP'ê bibin yek û gotin, ''êdî dawiya vê dethilatê hatiye''.

Endama Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan Tekîn Yoldaş û Endama Konseya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan Hêvî Sarya ji Medya Haberê ji Delal Dersim re axivîn.

Sarya bal kişande ser berxweana gerîla, got, ''Gerîlayên me li Kurdistaê artêşa faşîst a Tirk têk şikand. Ji Garê reviyan. Li Metîna, Avaşîn û Zapê ku ev mehek e didome, ketine nav çiravê. Sendroma Vîetnamê dijîn. Ji ber ku dema ku KBDH û HBDH dema ku em li 10 salên dawî dinerin bi me em bi rola xwe rabûne. Lê helbet kêmasiyên me hene.

Hem li Kurdistanê û hem li Tirkiyê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdsitanê û Tevgera Şoreşger a Tirkiyê krîza rejîma faşîst giran dikin. Ew ê xwe bi xwe hilneweşin, em ê vê hilweşînê li wan giran bikin, bi têkoşîna çînî, bi polîtîkaya xwe ya şoreşger. Em ê wê hilweşînin.''

Sarya bi berdewamî got, ''Gerîlayên me di bin amûrên hewayî yên 'ÎHA' û 'SÎHA'yan de bi rehetî dikarin tevdîrên xwe bistînin û mewziyên xwe denyin, çalakiyên xwe bikin. Ev nîşan dide ku şerê dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê têk çûye. Li bara vê teknîka zêde afirandêriya gerîla û xwefedakirina wê ev êrîş pûç kirine. Çalakiyên ku hêzên berevaniya ezmanî danî holê şêwaza demê yhe. Mînak herî dawî li Amed, Êlin û Şirnexê gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li ser baregehên leşkerî çalakiya berevaniya hewayî kirin, wan pîroz dikim. Ev taktîka şer û ev şêwaz ne tenê li Avaşîn, Zap an jî Metîna li Bakurê Kurdsitanê ji hêla hemû hêzên gerîla ve tê bicihanîn.''

Sarya her wiha diyar kir ji niha ve ew dikarin ji berxwedaniya mezin re ya li Avaşîn, Zap û Metîna re ji niha re 'serfirazî' bibêjin lê ve şerekî domdirêj, bal kişande ser dagirkeriya Tirk û got,''Başûrê Kurdistanê û Rojava îro ji hêla dewleta Tirk a mêtinger a faşîst ve hatiye dagirkirin. Ev mêtingeriyeke domdirêj û şerekî dagirker e. Li dijî vê em bang li hemû gelên cîhanê, Tirkiyê, Kurdsitanê û Ewropayê dikin. Em bang li hêzên xwe yên milîs ên HBDH û KBDH'ê yên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dikin ku li dijî vê dagirkeriyê çalakiyên xwe geş bikin.''

Sarya bi berdewamî got berxwedana gerîla wê bi gel re bibe yek, her wiha bi çalakiyên milîs û gerîlayên mufreze re, 'artêşa Tirk a faşîst ji ser van xakan wê were avêtin. Têkçûna Erdogan, dîktatoriya Qesrê, têkçûna desthilatdariya AKP-MHP'ê li Kurdistanê dest pê kiriye.  Îro li herêmên me yên Metîna, Avaşîn û Zapê em vê dibînin.''

Sarya bal kişande ser bêdengiya rêveberiya siyasî ya Başûrê Kurdistanê ya li ser êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Başûrê Kurdsitanê û got, ''Li dijî tevgera PKK'ê, Tevgera Azadiya Kurd konsepteke berfireh a îmhakirinê heye. Li dijî vê gerîla pir mezin li ber xwe dide. Lê armanca sereke ya vê dagirkeriyê ev e; dewleta Tirk herêmên ku dikeviyê jê dernakeve. Ev dagirkirina Kurdistanê ye. Bi rengekî fiîlî mêtingerkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ji vî alî ve dema ku mirov dinere dewleta Tirk ne ku tenê li dijî PKK'ê şer dike. Ji bo ku Kurd bi rengekî realîteyê li Rojhilata Navîn nebin, şer dike.''

Yoldaş jî bal kişande ser berxwedana gerîla û got, ''Li Qadên Parastinê yên Medyayê em di nav Berxwedana Gerîla de bûn. Li dijî van êrîşên faşîzmê em hêzên yekbûyî yên şoreşê li van qadan in. Divê mirov konsepta dagirkeriyê ya Başurê Kurdsitanê tenê weke konsepteke dewleta Tirk nebîne. Bi giştî tevgera dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Li dijî vê em şoreşgerên Tirkiyeyî, li ser hîmê enternasyonalîzmê piştevaniyê xurt bikin û stratejiya sereke ya hêzên şoreşa yekbûyî ye ku li metropolên Tirkiyê, bajran û li Bakurê Kurdistanê mirov desthilata faşîst bike hedef û li paş xeta şer, li deverên ku xwe lê ewle dibîne bike hedef.'' 

Yoldaş herî dawî bal kişande ser pirengiya berxwedanan, got, ''Ev berxwedanên ji hev serbixwe; berxwedana karkeran, têkoşîna jinan ku li dijî pergala zilam serwer Peymana Stenbolê diparêzin, mirovên ku li Ikizdere li sirûşta xwe xwedî dertên, têkoşîna xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê, berxwedana gelê Kurd ku ji mêj ve tê domandin..Divê ev hemû bibin yek. Jixwe hedefa têkoşîna şoreşa yekbûyî jî ev e ku van derdoran rêxistinî bike û tevlî têkoşînê bike.''