Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekî nivîskî du şervanên MLKP’ê yên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava de şehîd bûne bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Endamên Komîteya Navendî û Kurdistanê ya MLKP’ê hevrê Ahmet Şoreş û Firat Neval, ku kadroyên girîng û fermandarên şoreşeşa me bûn, di encama êrîşa desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de şehîd bûn. Çîna karker, jin, ciwan û hemû bindest bi navê we şer bikin û serketinê bi dest bixin.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Faşîzma dagirker a AKP-MHP’ê bi hemû hêza xwe êrîşê her çar parçeyên Kurdistanê dike. Desthilatdariya faşîst ku bi qetîlkirina hêzên pêşeng ên şoreşa yekbûyî difikire ku wê şerê me yê mafdar e li Tirkiye û Kurdistanê rawestîne, lê ketin şaşiyê. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê û çekên kîmyewî wê şerê me yê mafdar di nava gelan de zêdetir belav bibe. Em ê hesabê êrîşên dagirkeriyê, kedxwarî û komkujiyên faşîzma AKP-MHP’ê bi çalakiyên xwe bipirsin. Ji ber vê yekê erka me ye ku em ji bo her hevalê me yê nemir hesab bipirsin.
Em HBDH’ê bîranîna hevrêyên nemir Ahmet û Firat bikin hêza hesabpirsînê û biryardariyên wan bikin sonda serketinê. Em ê hesabê vê komkujiyê ji desthilatdariya faşîst bipirsin.”