HBDH: Em soz didin Hrant, em ê faşîzmê hilweşînin!

HBDH'ê Rojnamevanê Ermen Hrant Dînk ê ku hatibû kuştin bi bîr anî û got, ''Em soz didin Hrant û di şexsê wî de soz didin gelê me yê Ermen. Em ê faşîzmê, nîjatperestiyê hilweşînin.''

Tevgera Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ji bo salvegera 15'an a kuştina rojnamevanê Ermen Hrant Dînk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew HBDH di sala 15'an de Hrant Dînk bi hezkirin û hurmet bi bîr tînin, êşa malbata Dînk, dostên Dînk û gelê Ermen par ve dikin.

HBDH'ê got, ''Di sala 15'an a nemirbûna Wî de, em wî mirovê bi dilê mezin, ê bi hezkirinê tije, têkoşerê sernetewîn ê têkoşîna wekheviya gelan û biratiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soz didin Hrant û di şexsê wî de soz didin gelê me yê Ermen: Em ê faşîzmê, nîjatperestiyê li bin guhê erdê bidin, vê îdeolojiya jehrîn ji ser van xakan hilqetînin, bavêjin û em ê azadiyê bi ser bixin. Heta ku em vê armanca xwe pêk bînin têkoşîna me wê geş bibe, em ê pergaleke civakî ku gelên Mezopotamyayê bi wekhevî û xwîşk û biratî bijîn ava bikin.''