HBDH: Em ê tarîtiya 12'ê Îlonê ji holê rakin

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera darbeya faşîst a 12'ê Îlona 1980'î daxuyaniyek da û diyar kir ku wê tarîtiya 12'ê Îlonê ji holê rakin.

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û got, "Yekane rêya parçekirina vê tarîtiyê ku ji 12'ê Îlona 1980'î û vir ve dewam dike, yekane rizgariya ji vê sîstema zilm û zordariyê, Şoreşa Yekbûyî ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dîroka şoreşa yekbûyî ya Kurdistan û Tirkiyeyê, dîrokeke şer e ku di navbera bindest û serdestan de tê meşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîroka şoreşa yekbûyî bi mînakên berfireh û tund ê vê têkoşînê dagirtî ye. Di pêvajoya pêşketinê de şoreşa yekbûyî timî bû hedefa êrişên mezin û li dijî vê yekê jî têkoşînên mezin hatin kirin. Şoreşa yekbûyî reh berdaye nava vê xakê û li gel hewldanên serdestan hemûyan jî tune nebûye, pêşketina wê nekariye bê astengkirin. Li dijî êrişên serdestan berxwedanek her tim hatiye nîşandan. Têkoşîna şoreşê û hêzên şoreşê li xaka Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her tim hebû.

Darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î ji bo têkbirina 'metirsiya şoreşê' ku veguherî rewşa rojane û têkoşîna çînî ya pêşketî, pêngaveke dîrokî ya serdestan bû. Ev darbeya ku êrişek hovane ya bi pêkanînên faşîst bû, ji bo pêşîgirtina li serketina şoreşa yekbûyî, ji bo astengkirina têkçûna desthilatdariya bûrjûva hate kirin. Li her qada jiyanê bi rengekî bêperwa êriş li ser bindestan û hêzên şoreşa yekbûyî ku pêşengên wan e hate kirin û hate xwestin ku şoreşa yekbûyî bê têkbirin. Komkujî, darvekirin, êşkence, polîtîkayên zextê, girtin û zordariya faşîst bêsînor hate kirin.

Aliyekî pêvajoya piştî 12'ê Îlona 1980'î hate kirin komkujî û zext bû. Lê belê aliyekî din ê vê pêvajoya ku bi darbeyê dest pê kir, berxwedana bêhempa û rabûna dîrokî bû. Di vê demê de bi dehan şoreşger hatin darvekirin, bi sedan şoreşger di dezgehên êşkenceyê de bêteredût ber bi mirinê ve meşiyan, bi hezaran li zindanan têkoşîn dewam kirin, berdêl dan. Li hemberî bûrjûvaziyê ku xwestin bi darbeya faşîst a leşkerî bêhnê li gelan biçikîne, berxwedaneke dîrokî hate nîşandan. Sêdar bi meşa bêteredût a lehengên şoreşger, bi dehan caran bi rengê Adali, Seyît û Eliyan hate têkbirin. Tarîtiya ku bi êşkenceyê hate ferzkirin, bi kulîlkên berxwedanê, bi rengê Cafer, Necatiyan hate têkbirin. Hevrêyên me yên jin li refên herî pêş ên berxwedanê cih girtin û li ber êrişên barbarî yên dijmin rabûn. Zindan, bi gotina 'berxwedan jiyan e' bi rengê Sakîne, bi rengê medîne hate têkbirin.

Têkoşîna şoreşê ya yekbûyî dewam dike, mezin dibe. Şert û mercên ku îro gelên bindest û kedkar di nav de ne, ne kêmî şert û mercên 12'ê Îlonê ne, ewqasî zor û zehmet e. Ji 12'ê Îlonê û vir ve serdest ji bo li ser desthilatdariyê bimînin, qet dest ji kiryarên faşîst bernedan, lê belê pirsgirêka mayindebûnê ya dewleta faşîst jî ti carî ji holê ranebû. Kiryarên darbe û rewşa awarte ji bo pêşîvekirina li kapîtalîstan hîn jî dewam dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Yekane rêya parçekirina vê tarîtiyê ku ji 12'ê Îlona 1980'î û vir ve dewam dike, yekane rizgariya ji vê sîstema zilm û zordariyê, Şoreşa Yekbûyî ye. Şerê li çiya û bajaran mezin dibe, ev têkoşîna ku bi ala Şoreşa Yekbûyî li her qadê tê meşandin wê bi ser bikeve, wê vê tarîtiyê parçe bike. Em têkoşîna Şoreşa Yekbûyî mezin bikin."