HBDH: Em ê hêza gerîla û milîsan bi hêrsa gel re bikin yek

HBDH'ê şoreşgerên li Kizildereyê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Em ê hêza gerîla û milîsan bi hêrsa girseyan re bikin yek û vê sîstemê biguherînin."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera Berxwedana Kizildereyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gundê Kizildere yê Tokat-Nîksarê, beriya niha bi 50 salî, di 30'ê Adara 1972'an de bi pêşengiya Mahîr Çayan, 10 şervanên THKP-C û THKO, di şerê dijî hêzên kujer ên dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bûn. Van 10 şoreşgeran ku ji bo pêşî li darvekirina Denîz, Yûsûf û Huseyîn bigirin 3 endamên NATO'yê revandin û dîlgirtin, ew mala li Kizildereyê kirin çepereke berxwedanê, kirin qada şer. Ew mala ji kerpîç a li Kizildereyê bû yek ji çavkaniyên sûdwergirtinê yên têkoşînê ku wê ji nifşan re bihata ragihandin. Bû mînaka destpêkê ya hevrêtiya çeperê, têkoşîna yekbûyî û helwesta berxwedêr a li ber teslîmiyetê radibin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku faşîzm di nava çiravekê de ye û dixwaz bi milyonan mirovî jî bi xwe re di nava vê çiravê de biçikîne û hate gotin, "Bi milyonan mirovî li qadên Newrozê nîşan dan ku vê yekê qebûl nakin. Hêrs li her cihî ye, di dilê bi milyonan mirovî de her roj xurtir dibe."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê HBDH'ê, em ê hêza gerîla û milîsan bi hêrsa girseyan re bikin yek û vê sîstemê biguherînin. Em ê teslîmî faşîzmê nebin, em ê gilî û gazinan nekin; em ê hêjayî yên beriya xwe bin û bi şoreşgeriyeke bi vî rengî şer bikin. Li çeperan, kolanan, li eniyê, çiyê, em ê têkoşîna yekbûyî ya şoreşger pêk bînin."