HBDH: Em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin

HBDH’ê diyar kir ku di sala 2021’an de wan 128 çalakî kirine û got “Me dîwarên tirsê yên faşîzmê hilweşand. Di sala 2022’an de jî em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin.”

HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Milîs û gerîlayên HBDH’ê me di sala 2020’an de pêngava seferberiya şoreşger a bi navê ‘Em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin’ dabû destpêkirin. Di sala 2021’an de jî me vê pêngava xwe domand. Têkoşîna me ya di sala 2021’an de wê ji bo karker, jin, ciwan û hemû bindestan wekî serdemeke girîng di dîroka me de cih bigire. Me ji sala 2020’an îddîayên xwe anîn sala 2021’an û bi çalakiyên me yên roj bi roj zêde dibin, em ji bindestan re bûn hêvî.  Ji qadên şerê şoreşgerî yên gerîlayên me heta kolan û qadên têkoşîna meşrû ya milîsên me, em li her derê tevî karker, kedkar, jin û bindestan bêtir xurt bûn û bi pêş ve çûn.

Di sala 2021’an de kesen li Tirkiye û Kurdistanê dema gelên me di nav hejariyê de dijiyan û hinek kesan li kêfa xwe dinihêrin, kesên gelê Kurd û Elewî qir dikirin û tecawizî jinan kirine, bûn hedefa me. Li hemberî polîs, notirvan, patron, rêveberên partiyên faşîst me bi sedan çalakî li dar xist. Milîs û gerîlayên HBDH’ê bi her çalakiya xwe hesap pirsîn û me navê hevrêyên xwe yên nemir kir kabûsa dijmin. Me bawerî da dostan û dijmin ji me tirsiya. Me dîwarên tirsê yên faşîzmê hilweşand.

Saziyên faşîzmê, patron, kujerên gelê Kurd û jinan bûn hedefa me. Me berxwedana li zindanan silav kir û berxwedana gerîlayan anî kolanan. Di sala 2021’an de li gelek qadan me 128 çalakî li dar xist û bi çalakiyên xwe me hêrsa li hemberî faşîzmê zêdetir kir.

Di sala 2022’an de jî em ê pêngava seferberiya şoreşger a ‘Em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixînin’ geş bikin. 128 çalakiyên ku me di sala 2021’an de kir, mizgîniya sala 2022’an e.”