HBDH: Em di 1’ê Gulanê de li qadan bin

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek da û got, "Em 1'ê Gulanê li qadan bin da ku qesrên zilmê û pergala mêtingeriyê hilweşînin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku têkoşîna 1'ê Gulanê li Tirkiye û Kurdistanê xwedî paşxaneyeke girîng a dîrokî ye û hat destnîşankirin, ku çîna karker û gelên bindest ên Tirkiyeyê tevî hemû zext û qedexeyan jî 1'ê Gulanê pîroz dikin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Faşîzma AKP-MHP’ê her roj li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konsepta êrişa topyekûn a li dijî çîna karker, gelên bindest û jinan zêde dike. Bi polîtîkayên pergala mêtingeriyê ya faşist dixwazin, kedkar û karker di pêvajoya îmhayê de nikaribin nefesê bistînin. Birçîbûn, xizanî û xemgîniya li paşerojê; bihabûna zêde ya kelûmelên serfkaran ên bingehîn şert û mercên xebatê yên maqûl, nebûna ewlehiya kar li karkeran ferz dike.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi konsepta şer a li dijî kedkar û gelên bindest ku bûye sedema krîza aborî û siyasî ya di nav de ye, li rêyekê digere ku ji nav derkeve. Polîtîkaya dagirkeriyê ya rejîma faşîst bi êrişa dagirkeriyê ya bi navê ‘Pençe Kilit’ ku di 17’ê Nîsanê de li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê destpê kir, kete merhelek nû. Dagirkeran hemû derfetên xwe seferber kirine û ji bo şikandina têkoşîna azadiya Kurd dest bi êrîşan kirine. Ji destpêka êrişan ve rejîma faşîst a ku li hemberî berxwedana bi heybet a gerîla têk diçe, ji bo tepisandina muxalefeta civakî ya li welat pêşketiye, di polîtîkayên xwe yên şer de israr dike.

Tevî hemû zext û îstîsmarên li ser kedkar û gelên bindest, bûyerên li Rojhilata Navîn û hem jî li hemû cîhanê nîşan didin ku parastina bi biryar a berxwedan û têkoşîna azadiyê ya di çarçoveya têkoşîna kedkar û gelên bindest de ye. Li ser xaka Tirkiye û Kurdistanê wê çalakiyên 1’ê Gulana 2022’an bên lidarxistin.

Wek Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan îro jî wek duh li kêleka kedkar û bindestan li dijî emperyalîzm, kapîtalîzm û faşîzmê têkoşîna xwe em ê bidomînin. Berxwedana bi heybet a gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên rejîma faşîst û kiryarên mîlîsên HBDH’ê yên li metropolên Tirkiyeyê nîşaneyên herî berbiçav ên vê yekê ne. Rejîma Erdogan a faşîst divê baş bizane ku berxwedana bi rûmet a gerîla, çalakiyên HBDH’ê, hêrsa kedkar û bindestan, jin û ciwanên li kolanan radixe ber çavan.

Tevî hemû astengiyên faşîzma AKP-MHP'ê li hemû qadan, bi taybetî jî li Taksîmê, weke roja yekîtî, têkoşîn û hevgirtina çîna karkeran, bi sed hezaran ku daketin qadan, nîşaneya rengdêra fikrê ye. Şoreşeke yekgirtî ya ku rizgariya ked û têkoşîna azadiya gelê Kurd li hev dike.

Îro roja birêxistinkirina têkoşîna şoreşa yekbûyî ya ji bo hesabpirsîna ji rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye.

Banga me ji gelê me re ye;

Werin em bi agirê berxwedanê ji çiya heya bajaran herin qadên 1’ê Gulanê!

Em hesabê ji faşîzma AKP-MHP’ê bipirsin!

Em 1’ê Gulanê, roja yekîtî, hevgirtin û têkoşînê ya hemû çîna karkerên cîhanê bi coş silav dikin!

Silav li kesên ku di 1’ê Gulanê de dîroka têkoşîn û berxwedanê afirandin!

Bijî Têkoşîna me ya Şoreşger a Yekbûyî!”