HBDH'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

HBDH'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Nemirên me mîna rojê bilind dibin, rêya me ronî dikin. Em li ser şopa wan e ku ser didin lê sirê nadin."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çaran bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Neferên têkoşîna me ya azadî û sosyalîzmê, şoreşa me ya Tirkiye û Kurdistanê, li kolanan, li bendan, li çeperan, li êşkencexaneyan, li zindanan bi çalakiyên şoreşgerî dîrok nivîsandin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Nemirên me; weke nîşaneya bêhempa ya îrade, bawerî û serbilindî, rûmet û nirxên şoreşgerî, mîna rojekê bilind dibe û rêya me ronî dikin.

Di 18'ê Gulana 1973'an de li zindana Amedê Îbrahîm Kaypakkaya bû navê berxwedanê. Li êşkencexaneyê serî netewand, bi biryardarî û îradeyeke ji pola ku berxwedan veguherand hunerekê, ser da lê sir neda. Bû yek ji rêberên têkoşîna yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê."

Di dewam daxuyaniyê de hate gotin, "Dema ku sal bû 1982, di 18'ê Gulanê de li zindana Amedê vê carê dora nivîsandina dîrokê hatibû Çaran. Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmût Zengîn ku weke Çaran cihê xwe di dîroka me ya şoreşê de girtin, ala berxwedanê hildan. Bi agirê li bedena xwe, li dijî êrişên mêtingerî, teslîmiyet û xiyanetê bala bi rûmetê bilind kirin."

Di daxuyaniya HBDH'ê de hate gotin, "Pratîka bi biryardarî, îrade û fedaîtiyê ya hevrê Îbrahîm, pêşengên şoreşger ên 71'ê, Çaran û Hakiyan, di meşa me ya şoreşê de rê nîşanî me didin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Meşaleya Çaran, berxwedana Kaypakkaya di şoreşa me ya berxwedanê de soza me ya serketinê ye."