HBDH’ê li Îzmîrê li notirvanan xist

Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê li notirvanan xist. Milîsan gotin, “Em ê agirê li Rojava belavî li her derê bikin!”

Milîsên HBDH’ê ên Suphî Nejat Agirnasli bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku wan li Îzmîrê li notirvanan dane. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Hûnê ji vir û pê de cezaya her sûcên xwe bi xwîn û rihê xwe bidin! Milîsên me yên HBDH’ê ên Suphî Nejat Agirnasli li Îzmîr Kemalpaşayê notirvanên Soysûz ceza kirin!

Şeva 24’ê Mijdarê di saet 01:30’an de milîsên me li komeke notirvanan dixist. 4 notirvan di vê komê de bûn.

Em vê çalakiyê diyarî hemû şervanên şoreşger ên li hember faşîzmê ji Rojava heta Stenbolê li ber xwe didin, karkerên di grevê de, jinan û ciwanan dikin. Em ê agirê li Rojava belavî li her derê bikin!”