HBDH'ê bang li ciwanan kir: Şoreşa yekbûyî yekane rê ye!

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bang li ciwana kir û diyar kir, yekane rê şoreşa yekbûyî ye.

Komîteya Rêveber a HBDH'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li ciwanên ji her gelî kir ku tevlî şoreşa yekbûyî bibin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ciwan paşerojê temsîl dikin û hate gotin, "Ya ku îro ji bo paşerojê tê kirin jiyana ciwanan diyar dike. Sîstema heyî paşerojeke neçê li ser ciwanan ferz dike. Her kêliya ku ev sîstem nefesê jê digire, ji jiyanan ciwanan diçe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ji bilî zext û zordariyê tiştek di destê desthilatdariyê nemaye û hate gotin, "Lê dikin nakin nikarin pêşî li berxwedan û têkoşîna gelên me bigire."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin û hate gotin, "Ev çalakiya ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîlgirtiyên şoreşger tê kirin, nîşan dide ku zilm wê li ser vê xakê ti carî neyê qebûlkirin. Li bajaran, li çiyê, febrîqeyan, dibistanan, zindanan û kolanan l her derê li dijî zilmê têkoşîn heye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev yek şer şer û têkoşînek e ku li aliyekî wê rizandin heye, li aliyê din şênkahî û jiyan; li aliyekî çikandin, li aliyê din meşa ber bi paşerojê ve. Refê ciwanan refê têkoşeran e ku li dijî dewleta faşîst ji bo paşerojeke azad li ber xwe didin. Divê dawî li vê desthilatdariya xofê bê anîn. Divê bi şoreşa yekbûyî dewleta faşîst bê hilweşandin.

Şoreşa yekbûyî yekane rêya rizgariyê ye."