HBDH'ê Ûlaş Adali bi bîr anî

HBDH'ê endamê Komîteya Navendî ya DKP/BOG'ê Ûlaş Adali bi bîr anî û got, "Hevrê Ûlaş Adali, ji bo avakirina tifaqa gelê Kurd û kedkaran cihê xwe di nava damezrandina HBDH'ê de girt."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera şehadeta Ûlaş Adali daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Damezrîner û fermandarê tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî, delegeyê damezrîner ê DKP/BOG û endamê Komîteya Navendî hevrê Ûlaş Adali beriya niha bi 4 salan tevlî karwanê nemiran bû. Hevrê Ûlaş mîna maceraperestekî bêsekin jiyan û li pey armancên xwe yên şoreşê jiyana xwe bi rêxistin kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ûlaş Adali arman cû biryardariya xwe ya şoreşê ji bendên Gezî gihand şerê Kobanê, bi vî rengî xwe fedayî têkoşînê kir û hate gotin, "Şoreşgeriya xwe di nava xeleka ji agir de afirand. Hevrê Ûlaş Adali di jiyana xwe de xwedî sekneke sade, fedakar, dilnizm û kedkar bû. Di heman demê de hevrêyên xwe bi rêxistin dikir. Bêfikar û bêhesab tevlî têkoşîna şoreşê bû. Milîtanekî fedakar ê şoreşê bû, li eniya herî pêş a şer bû şervan û fermandarekî têkneçûyî."

HBDH'ê ragihand ku Ûlaş Adali ji bo afirandina tifaqa gelê Kurd û karker, kedkarên Tirkiyeyê, ji bo avakirina eniyeke şoreşger a xurt li dijî faşîzmê bi rengekî çalak tevlî karên damezrandinê yên HBDH'ê bû û hate gotin, "Ji bo havênê şoreşa yekbûyî biafirîne ked da û tevgera şoreşê ya yekbûyî di pratîkê de bi rêxistin kir. HBDH di meşa şoreşê de weke hîmekî stratejîk dît, lewma di karên siyasî, rêxistinî û leşkerî de bi erk û berpirsyariyan rabû, di asta fermandariyê de pêşengî kir. Gihîşt wê baweriyê ku li dijî êrişa topyekûn a faşîzmê divê seferber bibin, têkoşîn û berxwedanê bixin meriyetê. Bi jiyan û sekna xwe bû pêşengê dirûşma me ya şoreşa yekbûyî û rê nîşan da. Em îro li ser şopa Ûlaş Adali û nemirên din ên pêşengî ji şoreşa me ya yekbûyî re kirin, dimeşin û hîn bi xurtî xwedî li armanc û biryardariya wan derdikevin.

Faşîzma AKP-MHP'ê ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve di nava krîzê de ye. Hilweşîn û rewşa xwe ya riziyayî êdî eşkere bûye. Berpirsyariya me ye ku em têkoşînê bi rêxistin bikin ku vê hilweşînê zûtir pêk bînin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi perspektîfa hilweşandina faşîzmê û afirandina azadiyê, wê hesab ji desthilatdariya faşîst bipirsin û hate gotin, "Hevrê Ûlaş Adali di hevpeyvîneke xwe de wiha digot, 'Dirûşmeke navdar a Şoreşa Fransayê heye; ji ber ku te çok daniye ew ji bo te mezin xuya dikin. Rabe ser piyan!'... Belê bi rastî jî dem dema rabûna ser piyan e'. Bi vê têgihiştinê, bi vî ruhî, wêrekî û çalakiyê em ê bi rengê Ûlaş bi ser dijmin ve bimeşin."

Di dawiya daxuyaniyê de bi soza serxistina têkoşînê Ûlaş Adali û şehîdên têkoşînê hatin bîranîn.