HBDH: Di sala 2020’an de wê tifaqa faşîst têk biçe

HBDH: Di sala 2020’an de wê rejîma faşîst û tifaqa wê têk biçin. Wê şoreş û azadî bi ser bikevin.

Tevgera Şoreşgerî ya Yekgirtî ya Gelan (HBDH) derbarê sala 2020’an îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em şerê xwe yê ji bo şoreş û sosyalîzmê bi berxwedanên mezin û qehremaniyên dîrokî didomînin. Em şehîdên ku bi xwîn û canê xwe ev nirx ava kirine, bi hurmet bi bîr tînin. Di sala nû ya têkoşîn û şer de em ê li gorî bîranîna şehîdên nemir tevbigerin. Em careke din diyar dikin ku em ê bîranîna rêheval Baran Serhat, Aynûr Ada û Ceren Guneş bigihînin serfiraziyê. Wê gelên me li ser şopa rêheval Baran, Aynûr û Ceren bimeşin. Di sala 2020’an de em ê rejîma faşîst têk bibin.

Li hemberî polîtîkayên hilweşandinê yên kapîtalîzmê û hejarkirinê li cîhanê bi milyonan kes daketin qadan. Jin li hemberî tacîz, tecawiz, şîddeta dewletê û serweriya mêran daketin qadan. Wê serhildanên li her çar parçeyên cîhanê zêde bibe.

Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li hemberî gelên Tirkiye û Kurdistanê her cure polîtîkayên qirêj dike û lê dîsa jî bi ser neketiye. Aloziya di nav tifaqa faşîst de zêde dibe û dîktatoriya serayê ber bi hilweşandinê ve diçe. Şoreşa yekgirtî ya Tirkiye û Kurdistanê vê tifaqa faşîst têk biriye. Ev berxwedan bi berxwedana li çiyayên Tirkiye û Kurdistanê, bi çalakiyên şoreşger, bi îradeya milyonan kesên ku li dijî qeyyûman derketine, bi daxwaza azadiyê ya girtiyên azadiyê hatiye avakirin.

Hêzên emperyal û dewletên paşverû yên li herêmê êrîşî Rojava kirine lê ew ê îradeya Rojava qet neyê şikandin. Ji xeynî parastina şoreşê û şerê li dijî dagirkeriyê tu rêyeke din li ber me tune. Azadkirina Rojava wê bayê şoreşgerî li Rojhilata Navîn zêde bike û dawiya rejîma faşîzmê bîne.

Bi vê wesîleyê em di sala nû ya têkoşînê de hemû hêzên şoreşa yekgirtî silav dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê li çiya û bajarên Tirkiye û Kurdistanê şerê xwe yê şoreşgerî zêde bikin. Di sala 2020’an de wê rejîma faşîst û tifaqa wê têk biçin. Wê şoreş û azadî bi ser bikevin.”