Hatîmogûllari: Du polîsên çekdar hatin ber deriyê min

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku 2 polîs hatine ber deriyê wê û xwestine ew derî veke.

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê û parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari derbarê hewldana êrişa li ser xwe, li avahiya navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Alîkarên hevserokatiya giştî, parlementer, Desteya Rêveber a Navendî û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê tevlî daxuyaniyê bûn.

Hatîmogûllari qala hewldana êrişê kir û got “Roja Înê du kesên ku xwe wekî ‘polîsên sivîl’ dan naskirin, li zengila derî dan û bi israr xwestin têkevin hundir. Dema li zengil ket, min ji qulika derî li wan nihêrî. Min derî venekir. Wan dizanibûn ku em li hundir in. Bi israr digotin ‘Em polîsên sivîl in’, li zengil dixistin û li derî didan. Min got ‘Ez parlementer im, polîsek an jî kesekî din nikare wisa têkeve mala min, ez ê derî venekim û haya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ji vê rewşê çêbikim’. Wan bi israr dixwestin ez derî vekim û digotin ‘Em polîsên sivîl in’ Çend deqîqeyan wisa domiya. Min telefonî hevalên xwe yên HDP’ê kir û me haya emniyetê pê xist. Di wê kêlîkê de ji dêrencekan daketin û ber bi xaçerêka Esatê meşiyan.”

Hatîmogûllari diyar kir ku wê serî li emniyet, dozgerî û Serokatiya Meclîsê dane lê dozgeriyê daxwaznameya wê ya gilîkirinê qebûl nekiriye.

Hatîmogûllari got “Parêzerê min diçe dozgeriyê, diçe ba 7-8 dozgeran. Lê dozger daxwaznameyê qebûl nakin. Dozgerê nobedar jî dibêje ‘Ez ne nobedar im’ û naxwaze daxwaznameyê qebûl bike. Parêzerê min lîsteya dozgeriyê tîne ber û neçar dimîne ku qebûl bike.  Me ji emniyetê re jî got, heke we tiştek bi dest xist me agahdar bikin. Ligel ku du kesên çekdar tên ber deriyê parlementerekê, 5 roj ji ser bûyerê derbas bûye û me gilî jî kiriye, heta niha daxuyaniyeke berfireh nehatiye kirin. Ev jî gumanên me zêde dike.”

Hatîmogûllari diyar kir ku ev ne bûyereke ji rêzê ye û got “Heke dixwazin bi vî awayî li ser HDP û HDP’yiyan zextan ava bikin, wê wekî gotina wan nebe. Bi vî awayî heke biçin ber deriyê parlementerekê û li rêya herî qelebalix a Enqereyê ev bûyer dernekeve holê, ev jî gumanên me zêde dike. Em ê ji ber van zextan stûyê xwar nekin û em ê nehêlin çavê me bitirsînin.”