Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hatin bîranîn

Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên 27 sal beriya niha di dema desgîriyê de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîr anîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, Dayikên Şemiyê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di çarçoveya “Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirina di Binçavan de” de Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ku di bin çavan de hatibûn windakirin, li Goristana Gaziyê li ser gorên wan bi bîr anîn. Di bîranînê de pankarta “Kesên Dane Windakirin wê Winda Bikin” hat vekirin û berdewam dirûşmeya “Hesen Ocak nemire”, “Kesên dane windakirin wê winda bikin” û “Bila winda bên dîtin û dewlet hesab bide” hatin berzkirin. Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu û Hevseroka HDP’a Sûltangaziyê Zubeyde Înce û gelek xizmên windayan tev li bîranînê bûn.

Di bîranînê de birayê Karakoç Hasan Karakoç, xwişka Ocak Masîde Ocak, Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulisan Yolerî, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu û Hevseroka HDP’a Sûltangaziyê Zubeyde Înce, li goristanê axaftin kirin û rexne li polîtîkayên windakirinê yên dewletê dan û gotin ku wê Karakç û Ocak ji bîr nekin.

Gulseren Yolerî destnîşan kir ku sûcên li dijî Karakoç û Ocak îro jî bi heman rengî didomin.