Hakîm Dal ku li Konyayê nîjatperestên Tirk ew kuştî, hate veşartin

Hakîm Dal ku li navçeya Meramê ya Konyayê ji hêla nîjatperestên Tirk ve hatî kuştin, hate veşartin.

Êrîşa nîjatperest li Taxa Çarlikoyêya Meramê 21'ê Tîrmehê roja çarşemê anîbûn.

Di êrîşa komeke çekdar de ku ji 60 kesî pêk hatî Hakîm Dal ê 43 salî hate kuştin. Diyar bû beriya niha gelek caran nîjatperestên Tirk gef li malbata Dal xwaribû, ku malbat li Karahuyukê dijiya.

Cenazeyê Dal li Goristana Tatlicakê hate veşartin.

Wekîlê HDP'ê Murat Çepnî û gelek dilxwazên partiyê li merasîma cenaze hazir bûn.

Dema merasîmê lorîk hatin gotin.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan tenê sala 2020'an 14 êrîşên nîjatperest çêbûne, 3 jê ji Sûriyê 7 kes hatine kuştin, 32 kes birîndar bûn. Ji sala 2010'an ve bi kêmanî 280 êrîşên nîjatperest çêbûne, 15 kes hatine kuştin, 1097 kes birîndar bûne.

Van heftiyên dawî êrîşên nîjatperestên Tirk ên li ser Kurdan zêde bûne. Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê got, ''Ev sûcên nefretê ne ku ev êrîş bi tndiya nîjatperestî û cihêkariyê derketine holê, qestî jiyana welatiyên Kurd dikin û êrîşên li ser nasnameya Kurdan in.''