Habîp Eksîk: Bêdengiya CPT ji ber têkiliyên siyasî ye

Parlamenterê HDP'ê Habîp Eksîk anî ziman, bêdengiya CPT, Konseya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li Îmrailyê ji ber têkiliyên siyasî û aborî ye.

Habîp Eksîk ê HDP'î destnîşan kir ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin divê serî li mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî hemûyan bê dayin û diyar kir ku saziyên demokratîk jî di vê mijarê de kêm mane.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk bi bîr xist ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê (KE) ye; KE xwedî mekanîzmayên dadgerî û kontrolkirinê yên mîna Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ye û got, mafê CPT heye ku serdan û kontrola li girtîgehan bike.

Eksîk diyar kir ku bêdengiya CPT, KE'yê li pêşberî tecrîda li Îmraliyê ji ber têkiliyên siyasî û aborî ye û got, "Li gel bangên tênekirin jî CPT xwe kerr kiriye. Normal bêyî ku bang lê bê kirin CPT divê ji ber xwe ve bikeve nava liv û tevgerê. Bêdengiya wê ji ber wê yekê ye ku parçeyek ji komploya navneteweyî ye."

Eksîk destnîşan kir ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin divê serî li mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî bê dayin û got, "Divê dînamîkên demokratîk li Tirkiyeyê bikevin dewrê. Nikare bê gotin ku saziyên demokratîk di vê mijarê de zêde çalak e. Ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê yên Birêz Ocalan û girtiyên siyasî hemûyan divê hewl bê dayin. Ji bo vê jî divê têkilî bi partî û rêxistinên demokratîk ên li Tirkiyeyê re têkilî bê danîn û helwesteke demokratîk bê nîşandan."