Guterres hişyarî da: Hindik maye em ji kendêl wer bibin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bal kişand ser metirsiya ji ber germahiya global rû daye û bang kir ku sala 2021'ê bibe 'sala çalakiyê' ya li dijî guhertina avhewayê.

Heta sala 2020'î, germahiya global li gorî dawiya sedsala 19'an herî kêm bi 1 pileyî zêde bûne. Eger tedbîr neyên girtin, dibe ku heta dawiya vê sedsalê bigihêje 3 pileyî. Ev yek jî tê wê wateyê ku bi taybetî piştî sala 2050'î felaketên avhewayê zêde bibin û mirovahî zerareke mezin bibîne.

'HINDIK MAYE EM JI KENDÊL WER BIBIN'

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku maliyeta guhertina avhewayê ya ji ber germahiya global wê ji bo cîhanê û mirovahiyê gelekî giran be û ji bo tedbîrên lezgîn bêne wergirtin bang kir.

Guterres di dema eşkerekirina rapora Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê de axivî û anî ziman ku di rapora navborî de hatiye destnîşankirin, sala 2020'î bûye yek ji salên herî germ. Guterres bang li welatan kir ku li dijî felaketên ji ber guhertina avhewayê rû didin, mirovahiyê biparêzin û ev hişyarî da: "Hindik maye em ji kendêl wer bibin."

Guterres diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li felaketên ji ber germahiya global rû didin, divê tedbîr bêne zêdekirin û bi bîr xist ku li gel rawestîna aboriyê ya ji ber şewbê hîn jî gazên bi bandora serayê têne belavkirin.

BALÊ DIKIŞÎNE SER METIRSIYÊ

Rapora dawî ya li ser avhewayê, ku bi konferansa bi beşdariya Guterres hate ragihandin, beriya civîna bilind a avhewayê hate eşkerekirin ku wê rojên Pêncşem û Înê bi amadekariya Serokê DYE'yê Joe Biden bê lidarxistin û lîderên 40 welatan wê tevlî bibin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku ji pênc paran yek parî, di sala 2024'an de germahiya global dibe ku bibe 1.5 pileyî.

Li gorî raporê, tenê par ji ber 30 bahozên mezin ên li Okyanûsa Atlantîkê 400 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi 41 milyar dolarî xisara madî rû da. Li tevahiya cîhanê pêla germahiya zêde, ziwatî û şewata li daristanan bûn sedema mirina gelek mirovan û xisara ji dehan milyar dolarî.

Lîderên DYE û Çînê çend roj berê hevdîtin kiribûn û ragihandibûn ku di têkoşîna dijî guhertina avhewayê de wan li ser hevkariyê li hev kirine. Lê belê herdu welat ji belavkirina gaza serayê herî zêde berpirsyar in.