Gunduzalp: Rêya edaletê ji Roboskiyê derbas dibe

Endamê Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskî Tanjû Gunduzalp got “Rêya edaletê beriya her tiştî divê ji Roboskî derbas bibe.”

Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskî, di meha 121'emîn a Komkujiya Roboskî de li pêş avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila kujer werin dîtin, careke Roboskî pêk neyê" hat vekirin, endamê Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskî Tanjû Gunduzalp axivî. Gunduzalp, destnîşan kir ku bi ser Komkujiya Roboskî re 10 sal, 121 meh, 526 hefte, 3 hezar 685 roj derbas bûne. Gunduzalp, da zanîn ku destpêka ku komkujî neyên dubarekirin û çareserî ji nû ve were avakirin Roboskî ye û wiha got: "Li Roboskî komkujiyek hatiye kirin û li dijî mirovahiyê sûc hatiye kirin. Dê teqez berpirsyar derkevin holê." 

Gunduzalp, bi lêv kir ku heta ku bi paşerojê re rûbirû nebin pêşeroj nayê avakirin û wiha axivî: "Heta roja ku ji bo Roboskî û hemû komkujiyan edalet neyê, em ê di cihên xwe de rehet ranezin û nedin razandin. Li ser vê axê rêya 'aştî û edaletê' ewilî wê di Roboskî de derbas bibe. Roboskî şerm, birîna nayê kewandin ya vê axê ye û lêgerîna edaletê ye."