Gunay: Li dijî êrîşên nîjatperest helwestekî hevpar divê

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, destnîşan kir ku li dijî êrîşên nîjatperest ên rêxistinbûyîna desthilata AKP-MHP’ê banga girtina helwestekî hevpar da.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Nvenda Giştî ya HDP’ê derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê lidar xist. Gunay got got Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan civiyaye û di civînê de êrişên li dijî HDP’ê, şewatên daristanan, hişkesalî, êrişên nijadperest û pandemî hatiye nirxandin.

Gunay têkildarî şewatên daristanan ên li gelek deverên Tirkiyê ku çend roj berdewam dike axivî û got: “Ji ber şewatên derketine em gelek xemgîn in. Mixabin her roj em bi talanek xwzayî û karesatekê şiyar dest bi rojê dikin. Ji çar aliyên welat agahî û xeberên felaketa xwezayî tên. Li Mûşê, Antalya, Mûgla, Edene, Mêrsîn, Osmaniye, Edene, Kayserî û Ûşakê şewat derketin. Em dibêjin tevahiya xelkên me re derbasî be. Rehmetê jî ji kesên jiyana xwe ji dest dane re dixwazin û serê malbatên wan sax be.

Divê dewlet tevahiya derfetên xwe seferber bike û zirara ku xelkê me dîtiye safî bike. Mixabin desthilat temaşeyî van geşedanan dike. Ji tunekirina bajarên me re tenê dibe temaşevan. 13 heb balafirên Qesrê hene. Ev desthilat bi jetên taybet diçe her deverê, lê ji bo vemirandina şewatê nikare du balafiran rake. Ev jî rewşa welat dide nîşandan. Bi balafirek Qesrê dikarin çend balafirên vemirandinê bikirin. Lê nakirin. Hişyariyên pisporên avhewayê û tevgerên ekolojîk ên kurewî yên derbarê krîzên avhewayî de li ber çavan nehatin girtn. Ev yek jî pir eşkere berpirsiyariya îqtidarê dide nîşandan. Em gelek caran bûne şahid ku daristanên me ji bo rantê û bêtevdîriyê tên tunekirin. ”

Gunay anî ziman ku felaketên ku tên serê Tirkiyê tenê ne yên xwezayî ne, di heman demê de felaketên herî mezin jî êrîşên nîjadperest in û got: “Êrîşên nîjadperest ên li dijî Kurdan û gelên din derketine asta herî jor. Her roj li cihekî êrîşên nîjadperest pêk tê. Em HDP’ê her cûre êrîşên li dijî nasnameyan wek êrîşên nîjdaperest dibînin. Ev êrîş bi devê rayedarên dewletê û desthilatê pêk tên. Herî dawî li Enqere, Konya û Afyonê êrîşên nîjadperest li dijî Kurdan pêk hatin û di encama êrîşan de Hakîm Dal ê ji Amedê hat qetilkirin. Bepirsiyarê van êrîşan rejîma qesrê ye. Lê em ê qet nebin temaşevanên van êrîşan.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, destnîşan kir ku li dijî êrîşên nîjatperest ên rêxistinbûyîna desthilata AKP-MHP’ê banga girtina helwestekî hevpar da.