Gunay: Hûn ê nikaribin çapemeniya Kurdan bêdeng bikin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay girtina rojnamevanên Kurd şermezar kir û got “Wê dengê çapemeniya Kurdan neyê birîn.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist mijarên di rojevê de nirxand.  

Gunay, di civînê de bi kurtayî ev tişt anîn ziman:

"Di 8’ê Hezîranê di nav de 20 rojnameger û bi tevahî 22 kes heyî hatibûn destgîrkirin, duh derxistin edliyê. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu  hatin girtin. Bi giştî 16 xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin. 

Rojnamegerên Kurd ne îro di salên 90'î heta îro her tim hedef hatin girtin. Hatin destgîrkirin, girtin û qetilkirin. Di sala 2011'an de bûn hedefa cemaatê, niha jî bûn hedefa îqtîdara faşît AKP-MHP'ê. Girtina rojnamegeran nîşaneya tirsa hikûmetê ya ji rastiyê ye û AKP bi pêkanînên bi vî rengî Tirkiyeyê dikişîne nava rewşeke tarîtir. Çapemeniya Kurd duh li hemberî kiryarên kiryar nediyar bêdeng neman û îro jî bêdeng nemîne.  Em girtina rojnamegeran şermezar dikin. Em carek din bang dikin em ê her tim li cem çapemeniyê bin. Ji ber ku çapemeniya azad dê heqîqeta wî welatî binivisîne û dê bibe dengê rastiyan.

Wek hûn jî dişopînin dawiya hefteyê me xwest ku bi sazî û dezgehan re li dijî tecrîdê, bi awayekî demokratîk ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ji Wanê heta Edirneyê, bi deh hezaran kes tecrîda li Îmraliyê qebûl nekirin û xwestin beşdarî meşê bibin. Lê feraseta AKP-MHP’ê destûr neda ku gel bimeşe. Hem qanûnên xwe hem jî qanûnên navneteweyî nas nakin û pergaleke taybet li Îmraliyê ava kirine. 

Li Tirkiyeyê bêhiqûqî, bêedaletî roj bi roj belav dibe. Pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin, roj bi roj li her derê tê avakirin. Dixwazin Tirkiye bibe wek girava Îmraliyê. 

Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin polîtîkayên li dijî Kurdan in û bi vê ve girêdayî jî tecrîd e. Ew feraseta yekperest û faşîst Kurdan qebûl nakin û mafê Kurdan bin pê dike û tecrîdê kûr dike. 

Lewma me ji bo çareseriyê xwest ku em bimeşin Gemlikê. Li Amed, Serhad, Çûkûrova û Marmarayê me xwest em ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Bi hezaran welatî ji bo çareserî, azadî û aştiyê ketin rê. Lê belê we jî dît êrişeke hovane li dijî me hat kirin. Bi taybetî jî rewşa ku li Stenbolê derket holê, feraseta vê desthilatiyê careke din aşkera kir. 

Êrişên ku li Stenbolê pêk hatin encama tecrîdê bûn. Li dijî parlamenteran êriş û astengî hatin pêkanîn. Parlamenterên me hatin derbkirin. Welatî hatin destgîrkirin û îşkence li wan hat kirin. 2 hevalên me hatin girtin. Di meşa me ya demokratîk de astengiyên pir mezin derxistin pêşiya me. Tecrîd ev bixwe ye. Me tecrîda Îmraliyê li Stenbolê jî dît.

Ev êrişên hovane talîmatên kê ne em baş dizanin. Bila ew jî baş bizanin ku êdî tu meşrûiyeta vê desthilatê nemaye. Belê karê wan qedexekirin, astengî, bêhiqûqî ye, lê helwesta me jî, berxwedan û têkoşîn bû. Em gavekê jî paşde venakişin. Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û em ê her tim li her derê vî sûcî îfşa bikin."