Gunay: Divê bi lez hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Mirin, hilweşandina, xizanî û şer ji ber polîtîkayên tecrîdê ye. Divê bi lez hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re bê kirin."

Berdevka Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist.

Gunay bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Ev şer li dijî hebûna Kurdan e, li dijî maf û destketiyên Kurdan e. Bi vî şerî dixwaze şoreşa ku zêdeyî deh salan bi berdêlên giran ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, radestî hevkarên xwe yên qirêj, çeteyên dijminê mirovahiyê bikin."

Ebrû Gunay anî ziman ku rûyekî din ê girîng ê vî şerî jî ew e ku di şexsê Kurdan de li dijî tevahiya civakê ye, şerekî mezin ê ji bo teslîmgirtina civakê ye û wiha dewam kir, "Desthilatdarî ji bo dîzaynkirina siyaseta navxweyî, ji bo serketina di hilbijartinê de weke stratejiyekê vî şerî dimeşîne. Vê desthilatdariyê careke din bi balafirên şer, bi kuştinê û hilweşandinê dest bi kampanya hilbijartinê kiriye."

ÊRÎŞA LI TAKSÎMÊ

Ebrû Gunay bal kişand ser êrîşa li Taksîm a Stenbolê, ku desthilatdarî ji bo vî şerî weke hincet nîşan dide û bi bîr xist ku desthilatdarî bi xwe naxwaze vê êrîşê ronî bike. Ebrû Gunay got, "Serokê Giştî yê AKP'ê roja Duşemê axivî û ji aliyekî ve careke din gef li gelê Kurd xwar, li aliyê din jî îdîa kir ku di dîroka Tirkiyeyê de 'tenê edalet, rehm û tecrûbeya jiyana bi hev re heye'. Halbûkî wî bi xwe ji bo komkujiya li Dersimê gotibû felaketeke bi xwîn, komkujî û ji ber vê yekê lêborîn xwestibû."

Di daxuyaniyê de Gunay got, "Bi navê HDP'ê em careke din ji raya giştî ya demokratîk a vî welatî û gelê me yê bindest re dibêjin; em ê ti carî teslîmî vê siyaseta kuştinê û şer a tifaqa AKP-MHP'ê nebin. Siyaseta li dijî şer û avakirina aştiya civakî ji bo me têkoşîna bingehîn e. Em ê li dijî siyaseta mirinê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê jiyanê biparêzin. Di her gava pêvajoya hilbijartinê de em ê bi vê pîvanê tevbigerin."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay anî ziman ku wan her firsendê anîn ziman ku siyaseta şer, xizanî, hilweşandin û mirinê ji ber polîtîkayên tecrîdê ye û got, "Polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê her roj kûrtir dibe, nayê qebûlkirin. Herî dawî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber biryara polîtîk û nêzîkatiyên li dijî hiqûqê 20 meh in ew nikarin agahiyê ji Birêz Ocalan werbigirin. Her wiha eşkere kirin ku wan bihîstine ku di serdana CPT a Îlona 2022'an de ya li Girava Îmraliyê, Birêz Ocalan hevdîtin nekiriye. Ev yek asta metirsîdar a rejîma tecrîdê ya li girava Îmraliyê nîşan dide.

BANGA LI CPT: JI RAYA GIŞTÎ RE EŞKERE BIKE

Ebrû Gunay destnîşan kir ku fikarên li ser bêhiqûqiya li Îmraliyê mezin bûye û got, "Em careke din bang li CPT dikin ku detayên serdana xwe ya dawî bi raya giştî re parve bike û nebe hevparê sûcê tecrîd û êşkenceyê yê desthilatdariyê. Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan nîşaneya şênber a israra desthilatdariyê ya di neçareseriyê de ye. Desthilatdarî bi polîtîkaya tecrîdê hewl dide sûdê ji krîzên hiqûq, edalet, mafên mirovan û aboriyê werbigire û di siyaseta şer de israr dike.

Tecrîd bûye nasnameya siyasî ya desthilatdariya AKP'ê û şêweyê wê yê rêveberiyê. Rabûna li ber polîtîkaya tecrîdê rabûna li ber polîtîkaya şer û rejîma yek şexsî ye. Lewma em ji vê derê dubare dikin ku navnîşana siyaseta demokratîk û çareseriyê Birêz Ocalan e. Em bang li raya giştî ya demorkatîk dikin ku ji bo bidawîbûna bêhiqûqî û tecrîda li Girava Îmraliyê bikevin nava hewldanan."

Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Edaletê jî hate kirin ku bersivê bide serlêdana rayedarên DBP û HDP'î yên ji bo çûyîna Îmraliyê û derfetê bide ku bi lez hevdîtina malbat û parêzeran li Îmraliyê karibe pêk were.