Gunay: Deriyên Îmraliyê divê tavilê bên vekirin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Guh bidin banga girtiyên ku 162 roj in li ber xwe didin. Ji vê şaşitiyê vegerin, deriyên Îmraliyê vekin."

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Gunay got, "Hinceta hebûn û tunebûnê ya vê desthilatdariyê; li hundir êrişa li ser gel e, li derve jî şer û operasyon e. Careke din li herêmên Rêveberiya Xweser a Kurdistanê dest bi êrişê kir. Ev êrişên ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê bi navên cuda hatin meşandin, gefê li ewlehiya can û malê gelê Kurd dixwe. Kurd neçar tên hiştin ku cih û warê xwe biterikînin. Di vê operasyona dawî de jî gund careke din hatin valakirin. Ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Şengalê heta sînorê Îranê li qada ji 1200 kîlometreyî ya sînorê Rêveberiya Kurdistanê ya Herêmî tê xwestin ku herêma tampon bê avakirin. Hinceta bingehîn a vê yekê jî dijminatiya li Kurdan e. Me ev dijminatî di dema referandûma Başûrê Kurdistanê de bi rengekî eşkere dîtin.

Dixwazim bang li gelê Kurd bikim; li ku dibe bila bibe destketiyên Kurdan yek e. Ne tenê erdnîgarî di heman demê de qedera Kurdan jî hevpar e. Yekane rêya jiyana li warê xwe ya bi rengekî bi rûmet, yekîtiya Kurdan e. Her wiha dixwazim bang li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bikim: Bendewariya me ew e ku nekeve xefika polîtîkayên ku Kurdan li ber hev radikin, van destketiyan nekin qurbanê hevkariyên herêmî. Ev yek berpirsyariya dîrokî ya ji bo gelê Kurd e."

Ebrû Gunay destnîşan kir ku wê van polîtîkayên şer ên ku jiyan û paşerojê tarî dike bi hev re rawestînin û li dijî siyaseta mirinê wê siyaseteke jiyanê ava bikin.

Di dewama axaftina xwe de Ebrû Gunay bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi ti awayî destûra hevdîtina pê re nayê dayin. Gunay got, "Her ku Ocalan qala modelên çareseriyê dike, nexşerêyên ji bo çareseriyê amade dike û balê dikişîne er maseya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, tecrîd tê şidandin. Çima? Ji ber ku dixwazin ku şer dewam bike, cenaze bên anîn û kes li ser pirsgirêkên rastî yên li Tirkiyeyê neaxive. Dixwazin ku hişyariyên Ocalan ê di vê mijarê de negihêje civakê. Tecrîd tê vê wateyê. Tecrîd gihîştiye asteke giran û metirsîdar. Di axaftina herî dawî de ya bi telefonê kir Ocalan got, 'dewlet şaşitiyê dike'. Dewlet û desthilatdarî di şaşitiyê de israr dikin

Bi tecrîd, dek û dolaban û birîna rêyên têkiliyê hûn nikarin vê rêveçûnê dewam bikin, hûn nikarin civakê mijûl bikin. Tenê dikarin şer giran bikin û bîra civakê biherimînin. Em careke din dibêjin û em ê her tim bêjin. Bi vê wesîleyê guh bidin banga girtiyên ku 162 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, ji vê şaşitiyê vegerin û deriyên Îmraliyê vekin."