Gunay: Bila Kurd li her derê bibin yek û tifaqa neteweyî mezin bikin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir desthilatdarî dibêje ‘Kurdên herî baş Kurdên mirî ne’ lê gelê Kurd wê li hemberî vê neyartiyê wê azad bijî.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay têkildarî mijarên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. 

Di destpêka axaftina xwe de Gunay Ceylan Onkol bi bîr anî ku 13 sal berê di encama topa hawanê ya dewletê ve hatibû qetilkirin. Piştre jî Gunay bal kişand ser deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê û wiha got: “Deklarasyonê di nava civakê de rê li ber kelecaneke mezin vekir. Ev Rêya Sêyemîn; li dijî kesên digotin ‘neçarî me ne’ jî bersiva herî xurt e. Li hemberî desthilatdariyê jî tekane alternatîf e ku alîgirê demokrasî, azadî û edaletê ye. Tifaqa me bi mebesta welatekî demokratîk û komareke demokratîk pêş ket. Em dixwazin bibin hêza birêxistinkirî ya hemû derdorên li derveyî pergalê hatine hiştin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên welêt jî em bernameyeke berfireh pêşkêş dikin. Armanca me ya ji tifaqê ew e ku hemû kesên têkoşîna demokrasiyê didin di bin heman sîwanê de bînin ba hev û têkoşîneke hevpar ava bikin. Tifaqa me neçarî du bloqên siyasetê nîne û nexşerêya rizgariya welêt û avakirina jiyaneke nû ye. Ev tifaq ne ji bo ku piştgiriyê bidin kesek an jî bloqekê hat avakirin. Ji bo feraset û zîhniyeteke nû hat avakirin. Heke tifaqeke ku divê piştgirî pê re bê kirin hebe, ew jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Deriyê me ji bo hemû sazî û kesên dixwazin di pêşaroja azad a vî welatî de berpirsyariyê bigirin, vekirî e. Çîroka me hêj nû dest pê dike.” 

EM ÊRÎŞÊN ÎRANÊ ŞERMEZAR DIKIN

Di berdewamê de Gunay bal kişand ser êrişên Îranê yên li dijî partiyên Kurd ên li Pirdê, Koye û Zirdigeze yên Herêma Federal a Kurdistanê û wiha got: “Rejîma Îranê ji hêlekî ve hewl dide daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bitepisîne û li hêla din jî êrişî qadên sivîl ên Herêma Kurdistanê dike. Di encama êrişan de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Ev êriş, yek ji nîşaneyên herî şênber ên dijminatiya rejîma Îranê ya li dijî Kurdan e. Ev êriş, îstîqrar, aştî û ewlehiya herêmê têk dibe. Weke HDP’ê em van êrişên Îranê şermezar dikin û bang dikin ku dawî li van êrişên xwe bîne. Banga me li Hikûmeta Iraqê, Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereban û saziyên din ên herêmî û navneteweyî ew e ku li hemberî van êrişan bi berpisyariya xwe rabin. Em ji bo malbatên qurbaniyan sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.” 

Bi domdarî Gunay wiha got:

Weke ku hûn jî ji nêz ve dişopînin, li rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê gel di nav raperînê de ye. Hêrs û bertêkên li hemberî rejîma Îranê didomin. Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Aminî, gelê Kurd û gelên îranî rabûn ser pêyan. Êdî ev pêkûtî, êriş, destdirêjî, pişaftin û hovîtî ji hêla gelên Îranê ve nayên qebûlkirin. Tu zilm mayînde nîne. Ne gelê Rojhilat ne gelên Îranî ne jî tu kesekî birûmet li hemberî zilmê bêdeng namîne. 

Raperîna li Îranê didome, berxwedana gel mezin dibe û ev serhildan niha li çar aliyê cihanê hêvî dide bindestan. Lewma rik û bertekên pergala zilimkar jî tund in. Heya niha di êrişên rejîma Îranê ya li hemberî berxwedana gel de bi dehan kes, jin, ciwan, zarok hatin qetilkirin. Em cardin dibêjin berxwedana gelen Îranê rewa ye, mafdar e. Em Jîna Mahsa Amînî û kesên ku heya niha di êrişên rejîma Îranê de hatine kuştin bi hurmet bi bîr tînin. Gelê Kurd ê Rojhilat, gelê Îranê, jinên têkoşer wê bi ser bikevin. Sedsala 21’ê ji niha de bûye sedsala jinan û bi pêşengiya jinan azadî dê were Rojhilata Navîn. 

Ev zîhniyeta zilimkar, di neyartiya li dijî Kurdan de sînoran nas nake. Li îranê jî li Tirkiyeyê jî, li Iraq û Sûriyeyê jî zilimkar yek in û şirîkên hev in. Lê li hemberî zilmê berxwedêr jî yek in û bi hev re ne. Neyartiya li hemberî gelê Kurd a li Tirkiyeyê her roj bi aweyeke cuda xwe dide der. Binihêrin, herî dawî di maça Amedspor û Bursasporê de ji ber ku alaya Herêma Kurdistanê hate vekirin, nîjadperestan cardin êrişî gelê Kurd û nirxên gel kirin. Pişt re kesên ku ev ala vekirin hatin destgîrkirin. Binihêrin, rêveberiya Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe ji bo ku di navbera Kurdan nakokiyê kûr bike, ji bo Kurdan bikin neyarên hev, Kurdan ji hev cuda dikin. 

Li gorî wan hin Kurd baş in hinek jî nebaş. Li gorî wan hinek Kurd şirîk in yên din neyar in. Lê di vê bûyera dawî de jî derket holê ku ne wisa ye. Ev dewleta ku rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê bi aweyekî fermî pêşwazî dike, niha vê alayê krîmînalîze dike. Ew hîn li ser ferasate ‘Kurdê herî baş Kurdê mirî ye’ ne. Lê gelê Kurd li hemberî vê neyartiyê dê azad bijî. Em bi vê wesileyê bang li derdorên Kurd ên ku dibin parçeyek polîtîkaya Tirkiyeyê dikin ku vê rastiyê bibînin. Li hemberî vê neyartiyê helwest nîşan bidin. Bila Kurd li her derê bibin yek û  tifaqa neteweyî mezin bikin.” 

TIFAQA KURDISTANÎ Û YA KED Û AZADIYÊ

Li ser pirsa rojnamegerî ku digot; “Gelo Tifaqa Kurdistanî dê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih bigire yan na? HDP dê vê çawa formûlîze bike?” jî Gunay ev bersiv da: “Ev formulasyon dê bi tifaqa Kurdî re bê nîqaşkirin. Di dema hilbijartinê de hem li Tirkiyeyê tifaqa me hebû û hem jî li Kurdistanê tifaqa Kurdistanî hebû. Em bi wan re rêhevaltî dikin, têkoşîna me berdewaM dike. Ji bo demên pêş ev nîqaş wê bidome. Ev yek wê bi niqaşê bê diyarkirin. Teklîfeke me ya diyar nîne û wê di encama nîqaşan de bê zelalkirin û bi raya giştî re bê parvekirin.”