Gunay: AKP sûcê şer dike, divê her kes dengê xwe derxîne

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişande ser êrişên dagirker ên desthilata AKP-MHP'ê û got, "Sivîl têne qetilkirin." Gunay bang li raya giştî kir ku li ber êrişkariya AKP'ê rabe.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. Gunay di civînê de bi taybetî bal kişand ser êrişên Tirkiyê yên li dijî Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêk tîne û rewşa girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan. 
 
Gunay destnîşan kir ku berdevkên AKP'ê Û rayedarên îktidarê di bin navê "terorê" de êrişan rewa dike û wiha got: “Lê her kes baş dizane ku desthilatdariya AKP-MHP'ê cihên sivîlan bombe dike. Li cihên sivîlan qetlîamên sivîl pêk tîne. Şer û sûcên li dijî mirovahiyê didomîne. Êrişên li dijî sivîlan li her derê cîhanê qet nikarin tu pîvanên exlaqî, hiqûqî û polîtîk rewa bikin. Ev êriş qet nayên qebûlkirin û kes nikare rewa bike. Komkujiyên sivîl li gorî ti qanûnan nayên qebûlkirin. Îktidara AKP'ê sûcên şer didomîne." 
  
Gunay bal kişand ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê AKP'yî yê Tirkiyê Tayyîp Erdogan a li Qesra Serokkomariyê û wiha got: "Dema ev êriş hemû tên kirin, hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng e. Piştî van êrişan tavilê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir. Ji qesrê wêneyek hat belavkirin. Ev wêneyê qebûlkirina êrişa li ser Kurdan e. Wêneyê qebûlkirina polîtîkaya şer, dijminatiya li hemberî Kurdan e. Ew wêneyê AKP'ê û hemû polîtîkayên şer, îmha û qetlîamê yên ku li derveyî sînor dimeşîne ye. Ew wêne nîşanek eşkere ya piştgirîya şer e û qet nayê pejirandin. Li vir ez xîtabî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim; helwesta xwe, helwesta xwe ya Kurdistanî ne ji bo siyaseta şer a AKP'ê, ne ji bo dijminatiya Kurdan, ji bo siberoj û destkeftî û aştiya gelê Kurd nîşan bidin." 
  
Gunay anî ziman li hemberî Kurdan di her aliyê de êriş û zordarî berdewam dikin û wiha axivî: "Li hemberî zimanê Kurdî him li hemberî girtiyên nexweş li derveyê sînor jî êrişên dijwar berdewam dikin. Herî dawî êrişê Şengal, Mexmûr û Dêrikê hate kirin. Em dizanin ew êriş, bombebarankirinê AKP-MHP karê ku DAIŞ'ê temam nekiriye dixwazin kirinên DAIŞ'ê temam bike. Dixwaze tola DAIŞ'ê bigire. Li tu deverê dinyayê êrişên li hemberî qadên sivîl nayê qebûlkirin. Tu exlaq siyaset van êrişan qebûl bike û tû kes nikare van êrişyan rewa bide nîşan. Ev di heman demê de suçê şer e. AKP suçê mirovahiyê pêk tîne." 
  
Gunay bal kişand ser rewşa girtîgehan û mirinên pêk tên û wiha got: "Rewşa girtîgehan her roj xirabtir dibe. AKP û MHP girtîgehan kirin cihê kuştin û işkencexaneyan. Herî dawî li girtîgeha Boluyê girtiyê nexweş Mehmet Henifî Bilgin jiyana xwe ji dest da. Pişt re Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da. Her du jî girtiyên nexweşbûn. Mehmet Hanifî Bilgîn 29 sale girtîbû, 5 meh mabû ku bê berdan mixabin, wekî buyerên jî desthilatdaran girtiyê nexweş tahliye nekir, cenazeyê wî da maltaba wî. Em van kirinan û pêkhatinên desthilatdaran qebûl nakin. Niha li Wan û Amedê malbatên girtiyan nobatê dadê li hemberî van îşkeyan digirin. Em bang li raya giştî dikin da ku ew hişyar bibin. Divê demildest Aysel Tugluk û nexweşên girtî bên tahliyekirin."