Gulum: Eger hiqûq nema be hingî berxwedan maf e

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir, darbeya qeyûm dûrî hiqûqê ye û destnîşan kir ku eger li welat hiqûq nema be hingî berxwedan mafeke.

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan, Mêrdînê yên HDP'î nirxand. Gulum destnîşan kir ku desteserkirina îradeyê encama gefa beriya hilbijartinê ye ku digotin, "Em ê qeyûm ji nû ve tayîn bikin".

Gulum di vê mijarê de got, "Heman piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, yanî hîn hevşaredarên bajarên mezin ên hilbijartî dest bi wezîfeya xwe nekiribûn nivîseke walîtiyê ya 1'ê Nîsanê heye ku dixwaze qeyûm bê tayînkirin. Biryar jî di vê çarçoveyê de hate wergirtin, lewma zemîneke xwe ya hiqûqî nîne, ji ber vê yekê biryareke siyasî ye."

Parlamentera HDP'ê destnîşan kir, desthilatdariya AKP-MHP bi vê rêbazê dixwaze li gel biryara dijber a gel jî desthilatdariya xwe qewîn bike. Gulum diyar kir ku li dijî vê darbeya ku li dijî îradeya gel hate kirin wê di mijara hiqûqî de hewldanên wan hebin, lê belê di vir de ya diyarker xwedîderketina gel li îradeya xwe ye.

Diyar kir ku dema gel bi rengekî girseyî li dijî vê bêhiqûqiyê raweste wê karibin desthilatdariyê asteng bikin û got, "Bêguman hiqûq qadeke ji bo lêgerîna li mafê xwe ye, lê belê eger li wleat hiqûq nema be hingî berxwedan maf e. Ji ber vê yekê divê li dijî kiryarên antî demokratîk ên bloka AKP-MHP'ê li hev kombibin û bibin yek."

Gulum ji bo mûxalefetê got, "Eger em bi hev re xwedî li pirsgirêkên xwe dernekevin ne demokrasî tê vî welatî, ne jî azadî û aştî."