Greva girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Ocalan 156 roj li pey xwe hişt

Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîbûna binpêkirinên li girîgehan di roja 156, greva li Mexmûr 135 û ya li Yewnanistanê jî di roja 118’an de dewam dike.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 32’yemîn dewr girt, di roja 156’emîn de berdewam dike.

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku 18’ê Kanûna 2020’ê li Saziya Malbatên Şehîdan bi pêşengtiya Meclîsa Îştar destpêkiribû bi koma 68’an roja 135’an de didome.

YEWNANISTAN

Çalakiya bi heman armancê ya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê hatibû destpêkirin jî di roja 118’an de ye.