Greva birçîbûnê ya li Stûttgartê di roja 5’an de ye

Grevên birçîbûnê yên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê berbelav dibin.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Stûttargê di roja 5’an de didome. Îro koma 6 kesî ya ji bajarê Heîlbornê hatin çalakî dewr girt.

Pembûşah Ozman ya ku ji destêpêkê ve di greva birçîbûnê ya li Marstallstrabe de cih digre bi koma nû re çalakiyê didomine.

Serê sibê piştî vedana konê li Marstallstrabe Stûttgartê koma nû çalakî bi dirûşmeyan dewr girt. Li ber stranên Kurdî govend hate gerandin û çalakî didome.

Roj çalakî li Marstallstrabe Stûttgar tê kirin û şev jî li NCDK Stûttgartê didome.

Greva birçîbûnê bi awayekî dorveger wê heta 21’ê Kanûnê bidome.