Greva birçîbûnê ya li Espiyeyê veguherî greva bêdawî û bêdorveger

Li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê girtî 55 roj in di greva birçîbûnê de ne. Beşeke girtiyan çalakiya greva birçîbûnê wekî greveke bêdawî û bêdorveger didomînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê li dijî binpêkirinên mafan û zextên rêveberiya girtîgehê hatibû destpêkirin di roja 55’emîn de didome.

Ji girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de Erdal Emeç, Aydin Ogûz, Ahmet Bûdak çalakî veguherandin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Girtiyê nexweş Erdal Emeç ê ku telefonî malbata xwe kir, diyar kir heta ku daxwazên wan pêk bên wê çalakiya wan a greva birçîbûnê bidome. Emeç, ragihand ku ji ber greva îro dane destpêkirin wê wan bibin hucreyên yek kesî.

Girtiyê bi navê Metîn Ûyar ku di roja 40'î ya greva birçîbûnê de careke din telefonî malbata xwe kir û got: “Bi tecrîdê re hewl tê dayîn rûmeta mirovahiyê û nasnameya mirovan bê binpêkirin. Li Girtîgeha Espiyeyê meyla faşîst heye. Li vê derê yekser êrîşî nasnameya me ya Kurdbûnê dikin. Li vir êşkenceyeke fîzîkî û psîkolojîk heye. Hevalên me nabin nexweşxaneyê, pirtûkên bi Kurdî nadin me. Di çend rojên dawî de bi ser qawişên me de digirin û hevalên me kelepçe dikin û dibin. Li çend hevalên me dan. Li vir hevalên me yên nexweş hene ku li ber mirinê ne.”