Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê di roja 271’an de didome

Li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn, çalakî di roja 271’an de didome. Li Mexmûr û Yewnanistanê jî grevên birçîbûnê didomin.

Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdara 20202an de li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger hatibû destpêkirin. Çalakî bi koma 49’an di roja 271’emîn de didome. Girtiyan çalakiya 5 rojan piştî 14’ê Tîrmehê derxistin 15 rojan.

Li Kampa Mexmûrê jî li hemberî tecrîda li Îmraliyê bi pêşengiya jinan di 18’ê Kanûnê de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê didome, di roja 250’an de didome.

Li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê û ji bo xwedîlêderketina berxwedana zindanan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, çalakî di roja 233’an de didome. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê didome.

JI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BER BI ROJIYA MIRINÊ VE

Li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê di sala 2012’an de greva birçîbûnê 68 rojan domiyabû. Bi banga Abdullah Ocalan bi dawî bûbû. Di sala 2016’an de jî greva birçîbûnê ya di roja 8’an de piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd hatibû qedandin.

Girtiyan di sala 2018’an de 200 rojan greva birçîbûnê domandin. Ev çalakî bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin, ji Hewlêrê heta Mexmûr, Strasboûrg û Gallerê domiyabû.

Ji ber ku daxwaz bi cih nehatibû 15 girtiyan di 30’ê Nîsana 2019’an de dest bi rojiya mirinê kiribûn, piştre jî 15 girtî di 10’ê Gulanê de tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.