Greva birçîbûnê ya li Atînayê di roja 2. de ye
Greva birçîbûnê ya li Atînayê ku ji bo Efrînê dest pê kir di roja duyemîn de ye.
Greva birçîbûnê ya li Atînayê ku ji bo Efrînê dest pê kir di roja duyemîn de ye.
Greva birçîbûnê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê, di roja duyemîn de bi desteka gelê Yewnan didome.
Ji ber ku destûr nehate dayin ku konê çalakiyê li ber Konsolosxaneya Rûs bê vedan, çalakgeran li Meydana Syntagmayê kon vedan ku li ber Parlamenta Yewnanîstanê ye.
Koma ji 40 kesî, tevî barana dijwar jî ev du roj in greva xwe didomîne. Çalakger li ser armanca grevê jî belavokan li welatiyan belav dikin.