Gorgun: Hîna mûçeyê asgarî nehatiye dayîn nirxê xwe winda kir

Nûnerê DÎSK’ê yê Enqerê Tayfûn Gorgun anî ziman ku meaşê herî kêm ango mûçeyê asgarî yê sala 2022’yan wek 4 hezar û 250 lîreyê Tirk hate eşkerekirin û got:"Lê belê hîna tu kesê negirtî nirxê xwe winda kir."

Nûnerê Konfederasyona Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Enqerê Taygûn Gorgun, mûçeyê asgarî û hevdîtinê kirine ji ANF’ê re axivî.

Gorgun diyar kir ku di salên dawî de denge xirabûye û got: “Di 8 salên dawî de xizanî û newekhevî her kû çû kûr mezin û kûr bû. Em dibînin ku buhayê xerçkirinê di sala 2012-2020’an de ji sedî 221 e. Lê dema ku em li xercê dinêrin dibînin ku ji sedî 197 zêde bûye. Ji ber vê yekê em dibînin ku di navberê da em hejmarên giştî di helandineke mezin dibînin. Dema ku em li mûçeya nîvî ya 2012'an a li Tirkiyê dinerin du û nîv caran mûçeya kêmtirîn e. Dema ku em li hejmarên 2020'an dinêrin em dibînin ku mûçeya nîv û nîvî daketiye yek û nîv an jî kêmtirîn mûçe. Bi giştî veguhastina dewlemendiyê heye. Em parvekirineke ku ji girseyên mezin ên mirovan, ji mirovên karker heta sektora fînansê û ber bi sermayeyeke mezin ve tê veguhastin, timî dibînin."

RÊJEYA BIRÇÎBÛNÊ

Gorgun da xuyak kirin ku mûçeyê kêmtirîn di salên dawî de bûye mûçeyê nîv û wiha pê de çû: “Di dawiya her salê de em dibînin ku mûçeyê kêmtirîn di bin sînorê xizaniyê de dimîne. Mûçeya herî kêm mûçeya asgarî ye. Nivê xebatkaran bi mûçeya asgarî dixebite. Li Tirkiyeyê nêzî 13 milyon mirovên teqiwtbûyî heye. Ji van sedî 20 dibin rêjaya birçîbûnê de ne.“

‘HÎNA NEHATIYE DAYÎN NIRXÊ XWE WINDA KIR‘

Gorgun destnîşan kir ku îsal jî mûçeya asgarî hate diyarkirin û got:“Me dît ku ciqas nirxê pere ketiye. Meaşê herî kêm ango mûçeyê asgarî yê sala 2022’yan wek 4 hezar û 250 lîreyê Tirk hate eşkerekirin. Komsiyona tespîtkirina mûçeyê asgariyê û TURK-ÎŞ’ê demildest mijara mûçeyê asgerî gir. Mûçeya asgarî tê wateya peymana mezin a cemaweriyê. Ji ber ku nêzî 10 milyon mirov bi mûçeyê asgeriyê dixebitin. Demildest mijar girtin û nexwestin pirsgirêkên mirovên bi mûçeyê asgarî dixebitin were nîqaşkirin. Her çiqas 4 hezar û 250 lîre bilind bixuye jî lê hîna nehatiye dayîn nirxê xwe winda kir.“