Gokhan: Dadgehê li dijî me şer îlan kiriye, ez red dikim ku parastinê bikim

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokhan wiha got: “Netewdewleta mêr li dijî me şer îlan kiriye. Ez di vê dadgehê de red dikim ku parastinê bikim.”

Di sala 2021’an de 30 sal cezayê girtîgehê li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hatibû birîn û ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate betalkirin. Bi vê yekê re doza Gokkan dîsa hate dîtin û danişîna wê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Gokkan û parêzerên wê Berfîn Gokkan, Ozûm Vurgun û Gozde Engîn beşdarî danişînê bûn. TJA, Komeleya Jinan a Rosayê, Yekîtiya Jinên Kurd, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Nûran Îmîr, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Dema Jinan e, Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar, endam û rêveberên HDP û DBP’ê û gelek parêzer jî tevlî danişînê bûn.

Di danişînê de şandeya dadgehê ji bo betalkirina cezayê wê ji hêla Dadgeha Bilind ve nêrîna wê jê hat pirsîn. Gokkan, parastina xwe bi Kurdî kir û ev tişt anî ziman: “Min berê jî daxwaza xwe ya redkirina dadger anîbû ziman. Lêbelê, nehat qebûlkirin. Bi gotineke hêsan, redkirina daxwazên min tê wê wateyê ku dewleta mêr vî mafî dide dadgerê mêr û ji jinê re tê gotin, 'ger ez bixwazim hûn dikarin vî mafî bi kar bînin.' Nûnerên saziyên sivîl, baro û temaşevan bûn şahidên vê dadgehê. Ev yek îspat dikin ku dadgeh bêalî nîne. Lê em nikarin vê rewşê îspat bikin.  Dadgeh ji me daxwaz dike ku em li dijî îfadeyên şahidên nepen, şahidên derewîn parastinê bikin. Ez nikarim vê rewşa ku her kesî li vê dadgehê şahidî jê re kiriye qebûl bikim. Kes van şahidên veşartî û şahidên derewîn nas nake û nizane. Her kes dizane ku destê dewletê di çi rewşê de hebe, ew bûyer ronî nabe.

‘NETEWEDELETA MÊR LI PIŞT SÛCDARAN BÛ’

Baş tê zanîn ku her çiqas kiryarên şerê li Kurdistanê aşkera bin jî, nehatine ronîkirin. Mînak kurê Mehmet Agar jinek qetil kir. Lê nehat darizandin. Ew kurê bavê xwe ye û beşek ji heyameke tarî ye. Tevî ku li Kurdistanê çekên kîmyewî hatin bikaranîn jî nehatin eşkerekirin. Li Roboskê, Silopiyayê û Parîsê qetlîam çêbûn. Lê belê yek ji van nehatin ronîkirin. Hevrîn Xelef, Jîna Emînî hatin kuştin. Der barê vê yekê de tiştek nehatiye eşkerekirin. Dîsa destdirêjî li zarokeke 6 salî hate kirin. Gulistan Doku winda bû, Îpek Er hat qetilkirin, Mûsa Orhan û kincên fermî yên dewletê lêbûn û yên mîna wî bi tu awayî nehatin cezakirin. Ji ber ku her tim li pişt wan netewdewleta mêr hebû.

Her kes behsa hiqûqê, qanûnê dike. Ez ê îro ji we re vebêjim ku li vî welatî ka qanûn tê çi wateyê.  Tê wateya ku li aliyekî bajêr kerxane û li aliyê din jî girtîgeh bên avakirin. Di vê pergala mêr de fihûş, tiryak û çete hemû parçeyeke ji dewleta neteweya mêr in. Ev dewleta mêr jinan bi hinceta ku li bajêr fihûşê dikin digire û dişîne girtîgehan. Weke jinên Kurd û Kurdistanî ji ber ku em li dijî vê rewşê derdikevin weke terorîst tên ragihandin. Dîsa jinên li dijî vê rewşê bi 'alîkariya terorê' tên sûcdarkirin û me mehkûmî girtîgehan dikin. Em li hemberî vê rewşê li girtîgehan li ber xwe didin, lê dîsa jî bi sûcdariyan re rûbirû dimînin. Ji ber ku em jinên Kurd û Kurdistanî li dijî vê rewşê ne, dewleta netewe ya mêr li dijî me şer îlan kiriye. Ji ber ku dewletê li dijî me şer îlan kiribe, ez dixwazim li dadgeheke navneteweyî bi dewletê re rû bi rû bêm. Ez ji demokrasiyê re demokrasî, wekheviyê re wekhevî û ji azadiyê re azadî dixwazim. Ji ber ku di 5 salên ku ez li Nisêbînê dixebitîm, li bajarê min kerxane û girtîgeh tune bûn em terorîst îlan kirin. Ez tiştên li vê dadgehê bûne tînim ber çav û ez parastina xwe li vê dadgehê red dikim. Di vê der barê de daxwaznameyeke min a nivîskî jî heye. Ez li vir hemû jinan silav dikim. Jin, jiyan, azadi, zen, zendegi, azadî.”

PARÊZER: EM PARASTINÊ NAKIN

Parêzera Gokkan, Berfîn Gokkan diyar kir ku lêpirsîna der barê miwekîla wê de piştî çalakiya rûniştinê ya Gokkan a li hemberî dîwarê ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de dihat çêkirin dest pê kiriye û  ji ber ku dadgehê bêalîbûna xwe winda kiriye, ew parastinê red dikin.

Parêzer Gozde Ergîn jî anî ziman ku dadgehê tu daxwazên wan qebûl nekiriye û ji dosyayê bi giştî 30 sal cezayê girtîgehê li Gokkan biriye û ev tişt anî ziman: “Dê li vê dadgehê hiqûq neyê nîqaşkirin.  Lewma em parastinê red dikin.”

Parêzer Ozum Vurgun jî ji dadgehê re got ku hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye lewma ew dadgehê nas nakin û parastinê red dikin.

Dozger jî mûtalaaya xwe ya derheqê esasê de pêşkeş kir û xwest ku Gokkan bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “Alîkarî daye rêxistinê” were cezakirin.

Piştî mutalaayê nêrîna Gokkan hate pirsîn û wê jî wiha bersiv da: “Ez parastinê red dikim.” Parêzerên Gokkan ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwestin.

Dadgehê daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û doz talaoqî 22'yê Sibatê kir.

Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Ji parêzerên Gokkan, Ozûm Vurgun pêvajoya darizandina Gokkan vegot. Li ser navê TJA’yê jî Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî û ev tişt anî ziman: “Dadgeh, dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan dide. Dixwaze di pêşengiya jinên Kurd de têkoşîna jinan paşve bixe. Têkoşîna jinên Kurd û jinên azad li tu eywanan nayê darizandin. Li Ayşe Gokkan gelek caran doz hatin vekirin û avêtin girtîgehê. Lê helwesta Ayşeyê li ber çava ye û Ayşe çawa natirse em jî natirsin. Em jin in, Kurd in û Kurdistanî ne û ji têkoşîna xwe gavê paşve navêjin.”