Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 50'emîn dewr girt, di roja 275'emîn de berdewam dike. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê.
MEXMÛR
Çalakiya grevê ya bi heman armancê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar 18’ê Kanûna 2020’ê li Saziya Malbatên Şehîdan dabû destpêkirin bi koma 127'an di roja 254’an de didome.
YEWNANISTAN
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dest bi çalakiyê kiribû, di roja 237’an de didome.