Girtiyên siyasî dikevin greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger!

Giriyên siyasî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ji 16 Kanûnê û pêde vediguherin greva bê dem û dorveger.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê D.Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li hemberî tecrîdê bi tevlîbûna 30 hevalên me, em çalakiya xwe derdixin asteke jortir û veguherin greva bê dem û dorveger.”

Daxuyanî wiha ye:

 "Em sala 41’ê ya partiya xwe PKK’ê ku hemû bedewiyan di nav xwe de dihewîne, weke saleke bi têkoşîna azadiyê bê xemlandin dibînin.”

'HETA KU TECRÎD RANABE WÊ ÇALAKIYA ME BIDOME!'

“Me li hemberî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin û heta ku tecrîd ranebe wê çalakiya me bidome. Li dijî faşîzma qirker ya rejîma AKP-MHP’ê ya li ser gelan, em ê li her derî li ber xwe bidin. Dîktatoriya Erdogan dixwaze çalakiya gelan a li dijî tecrîdkirina Rêber Apo biçewisîne. Lê belê wê ev hewldan pêk neyên; têkoşîn û berxwedana galan bi ser bikeve. Em, girtiyên PKK û PAJK’ê yên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê de, ji 27’ê Mijdarê şûnde çalakiya xwe ya greva birçîbûnê derdixin asteke jortir, çalakiyê vediguherin bê de û dorvegeriyê.

Li dijî polîtîkayên desthilatdariya faşîst ên şer û qirkirinê, gelê Kurd wê serî netewîne. Heta tecrîdkirina Rêbertiya me bi dawî nebe em ê çalakiya xwe ya bê dem û dorveger bidomînin. Bi vê çalakiyê re ji 16’ê Adarê pêde li girtîgeha Amed  Tîpa D, Amed Tîpa E, girtîgehên Gebze, Kandira, Wan û Fanosê bi giştî wê 30 hevalên me bikevin çalakiya bê dem û dorveger.

Heta ku tecrîd rabe her 10 rojan carekê wê li zindanekê hevalên me, li çalakvanên din zêde bin. Lewma em radigihînin ku heta çalakiya me bigihê encamê wê bidome. Yekane rojeva me rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me ye. Ji bo wê em bang li hemû kes û derdorên pêşverû, parazvanên demokrasiyê, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, hunermend xwedî li vê berxwedana me ya bi rûmet derkevin û li dijî rejîma erdogan li ber xwe bidin.”