Girtiyên PKK’yî û PAJK’î: PKK-PAJK rêya azadiyê ye

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û destnîşan kirin ku wê sala 44'an weke sala azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin û li gorî wê tevbigerin.

Li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î Deniz Kaya salvegera 44’an a PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên azadiya Kurdistanê, gelê Kurd û li hemû mirovahiyê pîroz kir û diyar kir di sala 44’an a têkoşînê de biryardarî û baweriya ku vê salê bikin sala azadiyê hê geştir e.

Di daxuyaniyê de li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î Deniz Kaya wiha got:
‘’Ji raperîna Şêx Ubeydûllah Nehrî û wir ve heta ku PKK’ derketî ser qada dîrokê di dîroka 200 salî de her çend berxwedî bûbîn jî bi serkeftin çênebûye, PKK ji vî alî ve ji Kurdistanê û Kurdan e û her wiha ji politikaya înkara Kurd a faşîzma TC’ê re jî bûye bersiv. Rêber Apo li ser vê digot, ‘’Digotin, ‘’Kurdistan li vir veşartiye’, ‘me mesele hal kir, veşart’’, min got ‘NA’. Hûn nikarin Kurdan veşêrin. Şerê ku em dikin ispata vê ye. Me ew gor parçe kir’’, ev rastiya PKK’ê vedibêje.

Ji bo Kurdistaniyan û hemû jinan PKK-PAJK rêya azadiyê ye. Rêber Apo bi gotina, ‘’Pirsa jinê ji pirsa netewî pêştir e. PKK partiya jinan e’’ balê dikişine ser giringiya azadbûna jinê û partiya vê PKK-PAJK’ê. Şoreşa Jinan a Rojava yek ji deribîna vê ya berbiçav e.

Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î ku peywira me ye em alaya berxwedanê ya rêza zindana Amedê hildin jortir, li dijî şer-tecrîda  TC’ê ya li ser gelê me, jinan, Rêbertia me ya, li dijî êrîşa herî bêexlaq û derî wijdan a dîroka TC’ê, heta dawiyê em ê li ber xwe bidin, em sala 44’an a têkoşînê weke sala azadiyê ya jinan, gelan û Rêbertiya xwe dibinin û li gorî vê li ber xwe bidin û têbikoşin.’’