Girtiyê nexweş Bangîn Muhammed jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Bangîn Muhammed ku demek dirêje nedihiştin serbest bê berdan û tedavî bibîne jiyana xwe ji dest da.

Eşkere bû ku girtiyê nexweş yê ji Efrînê Bangîn Muhammed (33) ku li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Îskenderûnê dihat girtin û serbestberdan û tedaviya wî dihat astengkirin, 12’ê Mijdarê jiyana xwe ji dest daye.

Muhammed ku niviya mîde û roviyên wî tunebû bi kursiyê bi teker hatin û çûn dikin.

Tevî ku Bangîn Muhammed gelek nexweşiyên xwe hebû û di nexweşxaneyeke baş de nehate dermankirin, 12’ê Mijdarê li girtîgeha lê dima jiyana xwe ji dest da. Malbata Muhammed cenazeyê wî ji Saziya Tiba Edlî ya Edenê girt û bir Efrînê. Cenazeyê Muhammed li Efrînê hat spartina axê.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê têkildarê mirina Bangîn Muhammed daxuyaniyek da. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê Adîl Bahtiyar bertek nîşanî berpirsan da û got, “Bangîn ê ku di dema vegerandina wî ya girtîgehê de xistibûn hûcreya takekesî, bi tena xwe nedikarî li xwe mêyze bike. 12’ê Mijdara 2021’an jiyana xwe ji dest da.”