'Girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan'

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê diyar kirin, ku bi sedan girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û gotin, "Divê tavilê bêne berdan."

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş, li Baroya Îzmîrê daxuyaniyek da. Nûnerên gelek saziyan tevlî civînê bûn. Bi navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê Berdevkê Demkî yê Şaxê Îzmîrê yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Necîp Vardal daxuyanî da.

Vardal diyar kir ku ji serlêdanên li komeleyên mafên mirovan û baroyan tê fêhmkirin ku dema dawî binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan zêde bûne û got, "Her kes zane ku dema dawî hejmara girtiyên nexweş û extiyar ên jiyana xwe ji dest didin zêde bûye. Bi binpêkirina guhertinên qanûnî re jin ên ducanî, jin ên zarok pê re têne girtin, yan jî daxwaza wan a ji bo taloqkirina bicihanîna ceza tê redkirin."

GIRTIYÊN NEXWEŞ, ÊŞKENCE, ASTENGKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ...

Vardal diyar kir ku girtiyên astengdar an jî bi nexweşiya giran, tevî rapora Saziya Tipa Edlî ya 'nikare li girtîgehê bê hiştin', bi îdîaya 'li ser cemaweriyê gef e' ya dozgeriyê nayên berdan. Her wiha destnîşan kir ku mafê tenduristiyê jî nayê pêkanîn. Vardal diyar kir ku bûyerên êşkenceyê li girtîgehan zêde bûne û bi biryarên 'neşopandinê' wezîfedarên cemaweriyê têne parastin.

Vardal ragihand ku şert û mercên girtîgehan li gorî rûmeta mirovahiyê nîne û got, "Tevî binpêkirin û zextê em ê têkoşîna xwe dewam bikin û bibin dengê girtiyan."

Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel piştre axivî û xwest girtiyên nexweş tavilê bêne berdan.