‘Girtiyên nexweş dimirin, divê raya giştî hişyar be’

Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de hate gotin ku mafê jiyanê yên girtiyên nexweş Ramazan Kûrû û Ahmet Çakal xistine metiriyê û banga hişyariyê li raya giştî re hat dayin.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê di hefteya 377’mîn de ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê daxuyanî da. Di civîna ku pankarta "Dermankirin maf e, pêşî lê nayê girtin, girtiyên nexweş bên berdan" hat vekirin de endamê Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Îhsan Ceylan axivî. Seylan diyarkir ku girtiyên nexweş ên giran li girtîgehan têkoşîna jiyanê didin, tevî hemû daxwazan jî nehatine dermankirin û nehatine berdan.

Seylan bibîr xist ku girtiyê nexweşiya giran Bangîn Muhammed ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Îskenderûnê dima jiyana xwe ji dest da û têkildarê hevdîtina ku piştî serlêdana Muhammed a li Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûnê kiribû got: “Ji ber ku nikaribû bigere bi sendeliyê bitekel tevdigeriya, niviya mîde û roviyên wî nebûn, 3 caran emeliyat bibû, organên xwe av kom dikirin, li cihê ku rûniştî bêyî hemdê xwe mîz dikir, nedikarî pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bîne, di beşa nexweşan de dima, nedikarî xwarinê bixwe, di laşê wî de werimîn hebû û tevî ku bejna wî 1,78 metre bû 47 kîlo bûye.” Ceylan diyarkir ku Muhammed tevî hemû nexweşiyên xwe yên giran nehatin berdan û anî ziman ku di 12'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest daye.

Seylan her wiha ji bo rewşa girtiyê nexweşiya wî giran Ramazan Kûrû yê li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê ya hejmar 1. a Ceylanê girtî ye got: “Ramazan Kûrû (70) di sala 2016’an de hat girtin û avêtin girtîgehê. Dema li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Dînarê bû, di 19’ê Îlona 2019’an de krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dînarê û ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê. Li vir ji bo wî anjiyo hat kirin, lê dema damar venebûn, di nava 2 rojan de emeliyata bypass hat kirin. Dîsa bi emeliyatê 3 damarên dil hatin guherandin û 15 rojan di beşa lênêrîna giran de ma. Di vê pêvajoyê de serlêdanên malbatê ji bo taloqkirina înfaza wî hatin kirin, lê tu bersiv nehat dayîn.”

Seylan da zanîn ku nexweşiya dil û apneya xewê û tansiyon û nexweşiyên romatîzmî bi Kûrû re heye û daxwaz kir ku înfaza wî were taloqkirin.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya 505'emîn a "Rûniştina F" ku her hefte lidardixe lidarxist. Di civîna ku li avahiyên komeleyê hat lidarxistin de bal hat kişandin li ser rewşa girtiyê 68 salî Ahmet Çakal ê ku vê hefteyê li Girtîgeha Tîpa R ya hejmar 2 ya Menemenê ya Îzmîrê ye.

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê Meral Nergîs Şahîn diyarkir ku Ahmet Çakal ê 28 sal in di girtîgehê de ye tevî gelek nexweşiyan jî nayê berdan.

Şahîn anî ziman ku Çakal bi nexweşiya pençeşêra mîdeyê ketiye û wiha axivî: “Piştî emeliyatê bi rêya parêzerê wî serlêdan hat kirin û destûr hat dayîn ku bi wî re biçe, lê ev daxwaz ji aliyê midûrê Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ve hat redkirin. Tevî ku nerehetiyên nexweşên penceşêrê ya piştî kemoterapî û radyoterapiyê tên zanîn, lê ev pêwîstî li ber çav nehatiye dîtin. Nergîs axaftina xwe wiha domand: “Bêyî ku refaqetçiyekê bidin gel nexweş girtina wî bi tenê berdewam kiriye. Her wiha daxwaza taloqkirina înfazê ya ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) jî hat redkirin.”

Şahîn diyarkir ku mafê jiyanê yê Çakal ketiye bin xeteriyê û bang li raya giştî kir.