Girtiyên nexweş Çelebî û Yekşî hatin berdan

Girtiyên giran nexweş Mehmet Alî Çelebî û Yûsûf Yakşî yên li Girtîgeha Sîncarê tên ragirtin, hatin berdan.

Di derbarê girtiyên giran nexweş Memet Alî Çelebî û Yûsûf Yakşî yên li Girtîgeha Sîncarê tên ragirtin, biryara berdanê hate dayîn.

Yakşî û Çelebî li xizmên xwe geriyan û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê biryara berdana wan daye.

Xwarziyê Çelebî Fîlîz Çelebî got: “Ji girtîghê geriyan. Ji bo 6 mehan biryara berdana xalê min dane. Xalê min li beşa serdanan ya girtîgehê tê rawestandin.” Xizmê Yakşî jî Adem Yakşî jî diyar kir ku ji girtîgehê li wan geriyane biryara berdanê ji bo wan ragihandiye.

Yakşî têkildarî bê ka ji bo çend mehan hatiye berdan ti agahî bi wan re nehatiye parvekirin û got: “Dema sibehê li geriyan, gotin ku wê li nexweşxaneyê razînin, piştre jî gotin me berda.”

Piştî biryaraq berdanê şûnde parêzer û xizmên Çelebî û Yakşî ji bo girtina wan berê xwe dan girtîgehê.