Girtiyên li Kurkçulerê sewqê nexweşxaneyê nayên kirin

Girtiyên siyasî yên li Girîtgeha Sergirtî ya Tîpa F a Kurkçulerê bi hêcetên kêyfî sewqê nexweşxaneyê nayên kirin.

Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Kurkçuler a Edenê tê girtin, di hevdîtina xwe ya bi malbatê re behsa binpêkirinên ku pêre bû bi rû mayî kir.

Karakaş ragihand: “Di nava hefteyekê de 3 caran ji bo min û Harûn Kaya ji aliyê îdareya girtîgehê hat xwestin ku me lezgîn bibin nexweşxaneyê. Encax di derketina girtîgehê de ji ber şertê muayeneya ‘lêgerîna nava dev’ û bi destê kelepçekirî me nebirin nexweşxanê.”

Îbrahîm Karataş diyar kir ku di hevdîtina ku bi îdareya girtîgehê re kirî wana ji wî re gotine ku ev pêkanîn weke biryar hatiye girtin û derheqê wê de tiştekê nikare bikin û divê hûn vê pêkanînê qebûl bikin. Karataş diyar kir ku di bersiva îdareyê de gotiye ku ew vê pêkanînê qebûl nakin û naçin nexweşxanê ji ber ku pêkanîneke dijî mirovatiyê ye.

Karataş di dewamê de anî ziman ku ji ber vê pêkanînê gelek girtiyên ku rewşa nexweşiyên wan her ku diçe giran dibe hene ku ranakin nexweşxanê.