Girtiyên li Kayseriyê: Êşkence li me tê kirin!

Alî Saday ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’ê ya Kayseriyê de ye, ragihand ku êşkence li wan tê kirin.

Alî Saday ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’ê ya Kayseriyê de ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku êşkence li wan tê kirin.

Mûhammed Saday qala axaftina bi telefonê ya di 24’ê Çileyê de kir û got “Ev nêzî mehekê ye, bi awayî sîstematîk êşkence tê kirin. Piştî hejmartinên sibeh û êvarê wan li erdê dikişînin, pehînan li wan didin û wan serserkî dadiliqînin. Ev êşkence bi fermana Midûrê Girtîgehê Alî Ç. tê kirin.”