Girtiyên li Islahiyeyê dawî li greva birçîbûnê anîn

Greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a girtiyên Girtîgeha T ya Islahiyeyê, bi bicihanîna daxwazên girtiyan di roja 42‘yan de bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya girtî Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmû yên di Girtîgeha T ya Girtî ya Islahiyeyê Dîlokê de, ji ber êşkenceya dîtibûn, 6‘ê Nîsanê dabûn destpêkirin, piştî daxwazên wan hatin pêşwazîkirin di roja 42‘yan de greva xwe bi dawî kirin. Girtî Îlhamî Îşçî yê bi malbata xwe re li ser telefonê axivî ragihandiye ku daxwazên wan hatine pêşwazîkirin û wan jî grev bi dawî kiriye.

ÇI QEWIMÎBÛ?

Girtiyên di Girtîgeha T ya Girtî ya Islahiyeyê de, Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êşkenca li wan hatibû kirin, 6‘ê Nîsanê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Roja 5 an a çalakiyê Reşît Dayan û Ûgûr Ûyar, roja 8‘an jî Umît Ozen tev li grevê bûbûn. 7 girtiyên di grevê de bi rêya parêzerên xwe serî li Şaxê Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Dîlokê dabûn, êşkenceyên rû bi rû bûbûn û dixwestin bi dawî bibin wiha rêz bi rêz kiribûn: ‘’Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li me hat ferzkirin. Di serjimartina rojane de, me neçarê hejmartina nîzama leşkerî û bi deng dihêlin. Dema çûn û hatina ji bo axaftina bi telefonê wek leşkeran me rêz dikin û dimeşînin. Gava em serjimartina xwe bi awayê nîzama leşkerî ya dixwazin nekin bi fizîkî şidetê li me dikin. Binpêkariyên di girtîgeha em tê de ne ji binpêkariyên li girtîgehên zêdetir in.’’