Girtiyên di grevan de davêjin hucreyan

Ji Konseya Rêveberiya Şaxê ÎHD’ê yê Stenbolê parêzer Firat Vûral anî ziman ku bê lêpirsîn girtiyên di grevên birçîbûnê de ne davêjin hucreyan.

Parêzer Firat Vûral destnîşan kir ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê tenê li wir bi sînerdar nemaye, heman demê tê wateya neçareseriya pirsgirêka Kurd jî. Vûral got ji bo wê ye girtî dixwazin girêkora li wir vekin.

Endamê Konseya Rêveberiya Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ê Stenbolê  parêzer Firat Vûral ji ANF’ê re axivî.

‘BI GREVAN RE BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN ZÊDE BÛNE’

Parêzer Firat Vûral bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û got: “Di pêvajoya destpêkirina grevên birçîbûnê de hem bi rêya Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan a li girtîgehan û dîsa bi rêya nameyên ji bo me hatin, bi awayekî vekîr derket holê ku binpêkirinên mafan gelek in. Bi taybet li girtîgehên pîlot binpêkirinên mafan bi destpêkirina grevên birçîbûnê re hê zêdetir bûne. Li hinek girtîgehan pêwîstiyên ji bo grevên birçîbûnê ên weke lîmon, şekir, xwê û av nayê dayîn. Her wiha li girtîgehên ku hejmara girtiyên ketine grevê jî ti pêwîstiyên wan nayên bi cih anîn. Li Girtîgehên Sîlîvrî, Tekîrdag, Gebze û Tekîrdag vîtamîna B a piştî destpêkirina grevê bi 10 rojan û şûnde divê bihata dayîn, 15 roj şûnde hatine dayîn. Li Tekîrdagê derket holê ku karbonat nehatine dayîn û pirsgirêkên cidî derketine. Bi awayekî giştî di vê pêvajoyê de li girtîgehan hem rêveberiya girtîgehan û hem jî doxtoran muameleyên însanî rabernekirine.

 ‘DAYIK LI QADAN IN, JI BO ZAROKÊN WAN BIJÎN’

Vûral anî ziman ku greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan, belavî hemû girtîgehan bûye û gel xwedî li daxwaza rakirina tecrîdê derketine. Vûral bal kişand ser berxwedana dayikan diyar kir ku xwedî li zarokên xwe dedikevin û ji bo vê li pêşiya girtîgehan çalakiyên cuda dikin. Vûral domdarî got: “Çalakiyên dayikan xavik spî yên destpêkê li Gebzeyê destpêkir piştre li Kiziltepe, Amed, Êlih dewam dike hene, ev dayik dayikên aştiyê û dayikên girtiyan in. Daxwazên van dayikan jiyankirina zarokên wan in. Li hemberî van çalakiyan êrîş û hovîtiya polîsan hene.

 ‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BELAVÎ SER CIVAKÊ TÊ KIRIN’

Parêzer Firat Vûral bal kişand ser daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Daxwaza yekan e ya girtiyan rakirina tecrîda li Îmarliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Pêkanîna sîstema li Tirkiyeyê tê kirin li nava civakê belav bûye.Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê tê wateya vekirina pêşiya aştiyê. Ev jî wateya tecrîdê derdixe hol, heman demê bandora wê ya pêşiya vekirina şatiyê jî raber dike. Çûna malbatê ya Îmraliyê wê bibe nîşaneya çareseriyê jî. Sepandina naçareseriya pirsa Kurd, bi wateyek din tecrîd belavî civakê tê kirin. Bidawîbûna sîstema li Îmaraliyê tê wateya bidawîbûna hemû pêkanînên li girtîgehan.”

‘CEZAYÊ DISIPLÎN Û HUCREYAN LI GIRTIYANÊN DI GREVÊ DE NE DIBIRIN’

Vûral diyar kir ku niha li ser 7 hezar girtiyên siyasî yên di grevê de ne lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha got: “Li Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê cezayê hucreyê hatiye dayîn. Ev ne hiqûqî ye û li gelek girtîgehan cezayê disiplînê hatiye dayîn. Dayina cezayê hucreyê bêhiqûqiyeke. Bi destpêkirina grevê re, nederxistina sporê, dîsa rênedana cihên hevpar tên bikaranîn, mafê peywendî yê telefo û nedana nameyan derket niha jî ev yek bi cezayan zêdetir bûye. Nimûne; girtiyên siyasî yên cezayên wan diqedin ji ber van cezayên disiplînê ku bên berdan nayên berdan.”