Guven ku ji sedî 98 astengdar e, ji ber parvekirinên xwe yên medyaya sanal 22 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Guven ku di 20’ê Îlona 2021’an de hatibû girtin û şandibûn girtîgehê, li ser hewldanên parêzeran rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê. Piştre rapora Desteya Tenduristiyê ya "bi hincetên tenduristiyê taloqkirina ceza" ji aliyê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê (ATK) ve hat qebûlkirin. Li ser vê yekê Guven bi biryara Serdozgeriya Înfazê ya Eskîşehîrê hat berdan.
Guven ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê zêdeyî 4 mehan li beşa lênihêrîna giran a Nexweşxaneya Dewletê ya Eskîşehîrê Yunus Emre dihat dermankirin, şeva 16'ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da.