Girtiyê nexweş û dayîka wî di berxwedanê de ne!

Songul Îlker a ku kurê wê Ekîm Polat girtiyekî nexweş e, 3 roj in li ber girtîgehê di berxwedanê de ye. Îlker ji bo girtiyên nexweş banga bihistyariyê kir.

Ekîm Polat ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê de girtiyekî nexweş e, tendirustiya wî roj bi roj giran dibe. Dayika wî Songul Îlter ji bo ku tedawiya kurê wê were kirin, li ber Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê 3 roj in di çalakiya rûniştinê de ye.

Dayika wî diyar kir tedawiya kurê wê tê astengkirin û ji ber vê kurê wê li girtîgehê ketiye greva birçîbûnê. Dayika wî diyar kir greva birçîbûnê ya kurê wê di roja 15’emîn de didome û ew ê jî çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber girtîgehê bidomîne. Dayika wî got “Divê her kes piştgiriyê bide. Heta ku astengiyên li ber tedawîkirina girtiyên nexweş were rakirin divê her kes guh bide vê bangê.”